Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan hatin oxirkirin 2022-02-02 08:56:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê ji bo 12 kesên di şerê li hemberî DAIŞ'ê yê li Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke girseyî hat lidarxistin.   Li Kobanê ji bo 12 kesên di pêngava "Gurzên Gelan" a Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (QSD) a li Hesekê li dijî DAIŞ'ê dabû destpêkirin jiyana xwe jid est dan merasîmeke girseyî hat lidarxistin.   Cenazeyê 12 şervanan di 31'ê Çileyê de anîn nexweşxaneya eskerî ya li Kobanê. Îro bi deh hezaran kes ji gund û bajarên Herêma Firatê li Şehîdgeha Dîcleyê kom bûn ji bo 12 şervanên jiyana xwe ji dest dane oxir bikin.   Di dema merasîma cenaze de esnafên bajêr dikanên xwe girtin û kesên jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Di merasîmê de Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî. Ferhan, bal kişand ser êrişa DAIŞ'ê ya li Hesekê û bilêv kir ku ev destê dewleta tirk hatiye kirin. Kobanê, bilêv kir ku lê belê ev plana dewleta tirk bi fidakariya şehîdan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye pûçkirin.    Hevserokê Meclîsa Eskerî ya Kobanê Mehmûd Kobanê jî anî ziman ku şervanêN QSD'ê ji bo aştî û îstiqrara herêmê, ji bo domandina biratiya gelan canê xw efeda kirine.   Piştî axaftinan cenaze bi berzkirina dirûşmeyan hatin definkirin.    374 DAÎŞ'î hatin kuştin   Ji fermandarên QSD'ê Newroz Ehmed di 31'ê Çileyê de derbarê bilançoya "Gurzên Gelan" de daxuyanî dabû û wiha gotibû:"Çeteyên DAÎŞ'ê 77 personelên li girtîgehê dixebitîn bi awayekî hovane şehîd xistin. Li Girtîgeha Sinaayê di operasyona 7 rojî dewam kir de 40 şervan û 4 welatî şehîd ketin. Di çarçoveya hemleya "Gurzên Gelan" de 121 personel û şervanên me şehîd ketin. Em şehîdên xwe bi bîr tînin. 374 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin."