Platfroma Jinê ya Wanê ji bo rojeva 8'ê Adarê kom bû 2022-02-01 10:30:03   WAN - Platfroma Jinê ya Wanê ya ji bo rojeva 8'ê Adarê di civînê de bi jinan re hat gel hevdu diyar kir ku divê li kuçeyan ji bo jinên tên qetilkirin herkes dengê xwe bilind bikin.   Platfroma Jinê ya Wanê bi munasebeta 8'ê Adarê ji bo çalakîyên xwe diyar bikin civîn li dar xist. Endamên platformê yên li saziyên endamên wê ne tên gel hevdu di civînê de bal kişandin ser kuştinên jinan ên di demên dawî de zêde bûne û li ser berfirehkirina platformê û piştevaniyê sekinînin.   Dê li kuçeyan ji bo jinên hatine qetilkirin bersiv bê dayin   Di civînê de ji bo çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê pêşniyarî hatin girtin. Her wiha di civînê de biryar hat girtin ku di rojên pêşiyê de bi daxuyaniya çapemeniyê re starta bernameyê bê dayin. Di civînê de jinan bal kişandin ser têkoşîna li kolanan a li dijî kuştina jinan û ji bo çalakiyên cuda jî jinan destnîşanî rojên li pêşiyê kirin.