'Nobeda Edaletê' ya xizmên girtiyan di roja 77'an de ye 2022-01-31 15:32:55   AMED - "Nobeda Edaletê" ya ku malbatên  girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Baroya Amedê di rorja 77'emîn dee berdewam dike. Hevserokên ANYAKAY- DER'ê ku bi armanca piştevaniyê çûn serdana malabatan piştevaniya xwe ya bi çalakiyê re ragihandin.   "Nobeda Edaletê" ya malbatên ji bo girtiyên înfaza wan qediyaye û yên nexweş bên berdan di roja 77'an de berdewam e. Ji bo piştevaniya nobeda ku li Baroya Amedê berdewam dike  Hevserokên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku li Anatolyayê Xizmên Xwe Winda Kirine ya Îzmîrê  (ANYAKAY -DER) Sultan Yagmakan û Halît Batan bi armanca piştevaniyê çûn serdana malabatan.    'Bila malbatên girtiyan xwe bi yek kin'   Sultan Yagmakan bal kişan de ser girtiyên ku înfaza wan qediyaye û nayên berdan û got, " Ez di serî de hemû girtiyan silav dikim û em ê heta ku edalet bê bicihanîn pitgiriyê bidin malbatan. Zarokên me li girtîgehan di bin zilmê de ne.  Em ji vir banga bila ev zilm bi dawî bibe dikin.  Em dixwazin dengê dayikan bê bihîstin. Girtî ji xwe di nav çar dîwaran de ne. Ez bang li hemû malabtên girtiyan dikim bila hêza xwe bi yek kin û bibin dengê malbatên gitiyan ên di nobedê de ne."   'Li ber mirinê ne'   Ji xizma girtiyan a di nobetê de Fevziye Kolakan jî diyar kir ku bila dengê wan demek berî demekê bê bihîstin û edalet bê bicihanîn. Fevziye wiha berdewam kri, Em 77 roj in li vir nobedê digirin. Em edaleta bi rûmet dixwazin. Girtî li ber mirinê ne .Em dixwazin girtî li cem malbatên xwe bên derbaskirin. Li gel ku cezayê wan diqede jî înfaza girtiyan tê betalkirin. Em van qebûl nakirin. Em edaletê û mafên x we dixwazin."   'Em naxwazin tabûtan hilgirin'   Fevziye got ku bila girtiyên nexweş demildest bên dermankrin û wiha dawî li axaftina xwe anî,"Em vê hiqûqê qebûl nakin. Em têkoşîna edalet û hiqûqê didin .Em naxwazin tabûtan hilgirin. Em li vir zahmetiyê dikişînin û ew jî di nava çar dîwaran de. Em vê zilmê qebûl nakirin. Ez ditirsim berî ku zarokê xwe bibînim bimirim. Ez naxwazim bêyî wî bibînim bimirim."