Tê payin kesên di bin çavan de ne îro derkevin edliyeyê 2022-01-31 10:57:21   AMED - Karê îfedayê yê li emniyetê yê kesên bi çarçoveya operasyona navenda wê Amed bû hatin binçavkirin, bi dawî bû.     Bi çarçoveya operasyona Serdozgeriya Komarê ya Amedê meşand û navenda operasyonê Amed bû di 28'ê Çileyê de li Wan, Mêrsîn, Sêrt, Colemêrg, Riha, Stenbol û li gelek bajarî gelek kes hatin binçavkirin.    Hat diyarkirin ku hinceta binçavkirinê kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li Amedê li dar xistiye. Li gor agahiyên hatine bidestxistin li Amedê 15 kes hatin binçavkirin û welatiyên ji bajarên din anîne hejmara wan ne diyar in. Hat diyarkirin kesên li şaxa TEM'ê ya Amedê di bin çavan de tên girtin karên wan ên li emniyetê bi dawî bûne û tê payin îro derkevin edliyeyê.