Girtiyê hat îdakirin qeyrana dil derbas kiriye jiyana xwe ji dest da 2022-01-30 16:54:10     ENQERE - Girtiyê 30 salî di girtîgehê de ma Mehmet Hanefi Bîlgîn, li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê jiyana xwe ji dest da.    Mehmet Bîlgîn ku 30 sal bûn girtî bû, li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê, derbarê mirina Bîlgîn de li malbata wî geriya û ragihand ku Mehmet ji ber "qrîza dil" jiyana xwe ji dest daye û ji bo otopsiyê cenazeyê wî rakirine Saziya Tipa Edlî (atk) ya Enqerê. Malbata Mehmet, ji bo girtina cenazeyê wî ji Çewlikê hat Enqerê. Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr û parêzerê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Kenan Maçoglû bi malbatê re çûn ber derê ATK'ê.    Karê otopsiyê yê cenazeyê Mehmet li ATK'ê didome. Hat hînbûn ku wê malbata Ahmet piştî otopsiyê cenazeyê wî bibin Çewlikê.    Mehmet ê ku ji navçeya Dara Hênê ya Çewlikê ye tenê 5 meh ji berdana wî re mabûn. Hat diyar kirin Mehmet ku 29 sal û 5 meh bûn girtî bû 3 sal berê qrîza dil derbas kiriye.