Nobeta Edaletê li Wanê didome: Em ji bo edaletê têkoşînê didin 2022-01-30 16:16:20     WAN - Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ve hatiye destpêkirin li Baroya Wanê Berdewam dike. Îro rêxistina HDP'ê ya Westanê serdana çalakiyê kir.    Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ve hatiye destpêkirin li Baroya Wanê di roja 51'ê de berdewam dike.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê bi armanca piştevaniyê çû serdana nobetê.    Di serdanê Hevserokê HDP'ê yê Westanê Racî Aktaş axivî û got ku tişta li girtîgehan tê kirin zilm e, lê pêşiya me ronî ye û wê keda bê encam nemîne. . Racî wiha berdewam kir, "Em hêvîdar in di demeke nêz de Brêz Oclan, parlamenter û hemû hevalên me yên di girtîgehê de demildest bên berdan." Xizmên girtiyan ên di nobetê de jî bertek nîşanî gotinên Wezîrê Edaletê yê Berê Abdulhamîtî Gul ê ku îstifa kir û cihê xwe ji Bekîr Bozdag re hişt dan.     'Zilm berdewam dike'   Dayika Mert Ekîncî yê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê dimîne Şefîka Ekîncî jî got, "Em wî efû nakin. Ger ku yên li girtîgehê jî wî efû dikin em ê jî wî efû bikin. Li girtîgehan binpêkirina mafan û zilm berdewam e."   'Divê tecrîd bê bidawîkirin'   Bavê Muhammed Salîh Çîçek ê ku li Girtîgeha Wanê ya bi Ewlehiya bilinde Nurî Çîçek jî got, ew ji bo edaletê têkdikoşin û ew ê heta dawî jî li pişt girtiyên ku li girtîgehê têkoşînê didin bin. Nurî wiha berdewam kir, "Em bi salan e li edaletê digerin lê me nedît. Dibêjin me cezayê darvekirinê rakiriye lê ji girtîgehan cenaze dertên. Em ji bo vê di nobeta edaletê de ne.  Em ji bo kurdan jî edaletê dixwazin û bila demildest tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. "   'Divê wezîr ji gel û malbatan lêborînê bixwaze'   Nurî bal kişand ser gotinên Wezîrê Edaletê yê berê Abdulhamît Gul jî û got, "Wekî birêz Ocalan gotiye ev Nemrudên hemdem in. Ev tê wateya ku Wezîr zêde zilm kiriye û ji ber wê jî dixwaze bê efûkirin. Lê ji ber zilma ku kiriye divê ji malbatatan efûyê bixwaze. Em wî efû nakin .Divê ji gel û malbatan efûyê bixwaze."