Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyan di roja 76'an de ye 2022-01-30 15:09:39     AMED - "Nobeta Edaletê" ya ku ji bo  girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin ji aliyê malbatên wan ve hat destpêkirin di roja 76'emîn de berdewam dike. Di çalakyê de careke din banga bila girtî bên berdan hat kirin.   Nobeta Edaletê ya ku li Avahiya Xizmetê ya Baroya Amedê ji aliyê malbatên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitanndin ve hat destpêkirin berdewam dike. Ji xizmên girtiyan Încî Guler, Fevziye Kolakan, Hazal Yildirim, Nazîme Boltan, Nura Abay û Hakki Boltan tevli nobeda îro bûn.   'Zarokên me berdin em ê wan derman bikin'   Dayika Ciwan Boltan ê ku di nava 38 girtiyên nexweş ên giran de ye Nazîme Boltan diyar kir ku 76 roj e ew ji bo ku zarokên wan bên berdan nobedê digirin û wiha berdewam kir, "Êdî bes e zarokên me berdin. Em ê wan derman bikin. Kesên temen mezin jî divê bên tahliyekirin. Lawê min jî  girtî ye û nexweşê girane. Lê bi tu awayî nayê dermankirin. Em li vir in û edaletê dixwazin. Edalet ji bo her kesî lazim e."    Nûra Abay, jî anî ziman ku ew ji bo edaletê nobedê digirin û got ku heta heqîqet û edalet pêk bê wê çalakiya xwe bidomînin.