Kombûna Jinan a Zenûbya kuştina Yasmîna 5 salî şermezar kir 2022-01-30 14:22:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê kuştina Yasmîna 5 salî şermezar kir û bang li aliyên ewlehiyê kir ku sûcdaran bigirin û wan ceza bikin.   Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê têkildarî êrîşa zayendî û kuştina zaroka 5 salî ya bi navê Yasemîn a li Minbicê rû daye daxuyanî da. Endama rêveber a nivîsgehê Macîde El-Kreym daxuyanî li pêşiya navenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê xwend. Gelek jinên ji Tebqayê û endamên rêveber ên saziyên sivîl tevli daxuyaniyê bûn.   Di dauxyaniyê de nivîsgehê, destnîşan kir ku sûcê li dijî Yasmîna 5 salî, sûcekî hovane li dijî mirovahiyê ye. Ji bo wê bang li rêxistinên mirovî û aliyên têkildar kir ku li dijî zihniyeta destdirêjiyê tedbîran bigirin. Her wiha nivîsgehê ev sûc şermezar kir û destnîşan kir ku sûcên li dijî jinan, berdewam in beyî ku hesab ji sûdaran bê xwestin.   Di dawiyê de Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbyayê bang li aliyên têkildar kir ku kujerên Yasmînê bigirin, wan ceza bikin. Her wiha banga vekirina nivîsgehên parastina mafên zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin ku ev  sûcên hovane li dijî zarokan careke din neyên kirin.