'Nobeta Edaletê' ya Emîne Şenyaşar di roja 328'an de ye 2022-01-30 12:17:44     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku têkoşîna xwe ya edaletê didomînin gotin, "Em nizanin ku Abdulhamît Gul îstifa biriye yan jî ji kar hatiye dûrxistin, lê gunehê bi milonan kesî di sutiyê wî de ye."   "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku li Pirsûsa Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û du lawên wê ji aliyê cerdevan û xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz  ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji bûyerê bi birîndarî rizgar bû di roja 328'an de berdewam dike .   'Gunehê bi milyonan kesî di sutiyê wî de ye'   Malbata ku dawiya hefteyê ji ber girtina edliyeyê nobeda xwe li malê didomîne, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wiha got: "Abdulhamît Gul îstifa kiriye yan jî ji wezîfeyê hatiye girtin em nizanin, lê gunehê bi milyonan kesî di sutiyê wî de ye. Wezîrê berê dîsa cihê xwe girt. Kes ne girîng in, weke civak pêwîstiya me bi edaletê heye. Riya me edalet e. Mirov li deriyê Edliyeya Rihayê dinêrin."