Parlamantera Baskê Oihana: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin 2022-01-30 11:19:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamantera Baskê Oihana Etxebarrieta diyar kir ku piştî parlamentoya Katalonyayê, parlamentoya Baskê jî amadehiyên naskirina Rêveberiya Xweser dike û got divê di zûtirîn demê de Rêveberiya Xweser bi awayekî sazûmanî were naskirin ku çeteyên DAIŞ’ê di dadgeheke navneteweyî de bên darizandin.   Metirsiya DAIŞ'ê ku pirsgirêkeke gerdûnî ye lê hewl tê dayîn ku wek pirsgirêkeke herêmî bê dîtin. Ji ber nêzîkatiya xemsar a hêzên navneteweyî careke din çeteyan hewl da li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziyê derxin. Zêdetirî 12 hezar çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmê, ji 50 welatên cuda ne. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gelek caran cidiyeta rewşê diyar kirin û banga darizandina çeteyan û malbatên wan kirin.  Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînakên Afrîka, Japonya û gelek cihên din hatin dayîn. Tevî hemû hewldanan jî civaka navneteweyî di vê mijarê de gaveke şênber neavêtiye.   Ji bo ku dadgehek were avakirin, bangên naskirina statuya herêmê didomin. Parlamentera parlamentoya Baskê Oihana Etxebarrieta jî heman bang kir û têkildarî mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Oihana Etxebarrieta diyar kir ku êrişa li Hesekê ji ber desteka kêm a hêzên navneteweyî pêk hat û got: “Ji bo ku ev xetere bi dawî bibe, divê hêzên navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bînin û vê pirsgirêka hevpar nîqaş bikin."   'Ê li cem Rêvberiya Xweser bin'   Oihana Etxebarrieta berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir, bal kişand ser têkoşîna Rêveberiya Xweser  û wiha axivî: "Em wek hêzeke têkoşer pê dizanin ka biryardayîn û rêvebirina polîtîkayê li gel raya giştî û tevlêbûna wê çi qas girîng e. Em ê her tim piştgiriya têkoşîna Rêveberiya Xweser bikin û em ê li cem wan bin." Oihana Etxebarrieta got êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê di encama desteka kêm a civata navneteweyî de pêk hat û wiha dewam kir: “Ji niha û pê ve divê hêzên navneteweyî û her kes bi berpirsyariay xwe rabe."   'Divê herkes berpirsiyar tevbigere'   Oihana Etxebarrieta bi bîr xist ku ew QSD û Rêveberiya Xweser ji bo hemû mirovahiyê li dijî DAIŞ'ê şer kir lê belê tu dewletan çeteyên girtî yan jî malbatên wan ên welatiyên xwe wernegirtine. Oihana Etxebarrieta diyar kir ku divê êdî her kes bi berpirsyariya xwe rabe û got: "Ji bo darizandina van çeteyan divê di zûtirîn demê de dadgeheke navneteweyî were avakirin. Ev dadgeh gelekî girîng e ku bikare berpirsyariya hevpar nîqaş bike."   'Em alîgirên naskirina statuyê ne'   Oihana Etxebarrieta destnîşan kir ku divê Rêveberiya Xweser di asta navneteweyî de were naskirin û got: "Bi qasî ku meşrûiyet ji welatîbûna xwecih tê, divê di vê cîhana globalbûyî de derfetên tifaqê û têkiliyên navneteweyî bên afirandin. Mimkûn e ku parlementoyek were naskirin ku tê de mafê biryarê yê piraniyê ye. Naskirina statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwazeke rêxistinên cuda û tevgerên herêmî ye jî. Em alîgirên naskirin û destekkirina wê ne."   'Deweleta tirk li pey biryarên dijî kurdan e'   Oihana Etxebarrieta got piştî ku parlamentoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser nas kir, dewleta tirk gef li Spanyayê xwarin û wiha axivî: "Xuya ye ku dîplomasiya tirk li ku derê dibe bila bibe, li pey daxuyanî û biryarên li dijî berjewendiyên kurdan e."   Her wiha Oihana Etxebarrieta got dema parlamentoya Baskê Rêveberiya Xweser nas bike, dê rêyên xebatên hevpar ên sazûmanî jî vebin û wiha lê zêde kir: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku xwedî rewabûna civakî ye, pêdiviya wê bi meşrûiyeta sazûmanî heye. Em wek koma EH Bildu ji bo ku parlamentoya Baskê statuyê qebûl bike, dixebitin."