ROJEVA 30'YÊ ÇILEYÊ YA 2022'YAN 2022-01-30 09:00:00     * Jinên Efrînî yên ku çar sal in li Kantona Şehbayê di rewşên zehmet de dijîn û li dijî zehmetiyan li berxwe didin li ser guhertinên piştî kontrolkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve axivîn. Jinan gotin:"Şert û mercên giran li pêşiya têkoşîna gelê Efrînê nabe asteng, ji bo Efrînê çi ji me bê xwestin em ê bikin. Em ê weke jin, her tim pêşengtiyê ji bo vê şoreşê bikin û em nawestin. Em ê Efrînê rizgar bikin û vegerin cih û warê xwe." DÎMEN HEYE   *Dayika girtiyê nexweş Rojhat Aydin, Hemê Aydin da zanîn ku helîna hestiyên destê kurê wê roj bi roj girantir dibe û bang kir ku divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Hemê wiha vegot: “Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Gelek nexweşên temenê wan zêde hene. Yekî jî naşînin malên wan. Derman nakin û ji ber vê dimrin. Bila girtiyên nexweş demildest bên berdan.”  DÎMEN HEYE   *Bi îmzeya Serokomariyê di nîvê şevê de giştînameya ‘Faliyetên Çapemenî û Weşanê’ hat weşandin û piştî vê çapemeniya azad rastî asgengiyê hat. MEDYA KRÎTÎK