Îddiaya 'Fermana qetilkirina Deniz Poyraz MHP'ê da, Suleyman Soylu dizane'! 2022-01-29 15:12:19       ENQERE - Rojnameger Cevherî Guven bi lêv kir ku yê fermana kuştina Deniz Poyraz daye Navenda Giştî ya MHP’ê ye. Cevherî Guven da zanîn ku haya Suleyman Soylu jî ji mijarê heye loma jî ji hêla MHP'ê ve tê parastin.   Rojnameger Cevherî Guven di van demên dawî de bi îdiayên derheqê serokçete Sedat Peker di rojevê de ye. Cevherî da zanîn ku tiliya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî di lêpirsîna derheqê Sedat Peker de hebû û Suleyman Soylu ji Sedat Peker re dibêje ‘bireve.’ Cevherî destnîşan kir ku Suleyman Soylu nedixwest MHP qels bibe û wiha domand: “Qelsbûna MHP’ê tê wateya qelsbûna Suleyman Soylu. Lewma jî Soylu dest bi berhevkirina agahiyên derheqê MHP’ê de kir.”   ‘Fermana êrişê MHP'ê da’   Cevherî daxuyand ku piştî axaftinên Sedat Peker, îxtîmal hebûn ku Suleyman Soylu têk biçûya lê ji ber ku derheqê MHP’ê de agahî di destê wî de hebûn, kesekî nekarî xwe nêz bike. Cevherî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Fermana êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê, kesekî li Navenda Giştî ya MHP’ê dabû Onur Gencer. Ev agahî di destê Soylu de hebû. Ev mijar, mijareke ewqas girîng e ku MHP dikare pê were girtin. Lewma jî MHP nikare Soylu bifiroşe.”