Piştgiriya ji bo kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya terorê bê derxistin' 2022-01-29 14:57:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên saziyan ên li Silêmanî hatin gel hevdu diyar kirin ku ew piştigiriyê didin kampanyaya 'Bila PKK ji lîsteya terorê bê derxistin'.   Însiyatîfa Navnetewî ya Ji bo Kurdan Edalet, ji bo derxistina PKK’ê ya ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ li seranserê welatên Ewropayê kampanyaya îmzeyan ku 4 milyon îmze hedef dike, ragihandibû. Kampanya bi pêşengiya 1000 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend, aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin û berdewam dike.   Beriya niha demekê ev kampanya bi pêşengiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî Rojhilata Navîn û Kurdistanê bûbû.   Heman kampanya îro di saet 11:00’an de li Salona Xak a Silêmaniyê bi tevlibûna gelek rewşenbîr, kesayet û siyasetmedarên ji Başûrê Kurdistanê hat ragihandin.   Di merasîmê de Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî axivî û got: “Ev kampanya ji bo derxistina navê hizbek şoreşger a Kurde ku robarek xwîn daye, da ku dewleta tirk di destûra xwe de binivîse li Tirkiyeyê gelek din jî heye navê wan Kurd e.”   Mihemed Emîn da zanîn kampanyaya hatî destpêkirin erkek nîştimanî mirovî ye. Mihemed Emîn got: “Xistina navê PKK’ê ya di nava lîsta rêxistinên terorîst de li ser daxwaza dewleta tirk pêk hat. Dewleta tirk tevî ku hemû derfetên leşkerî ji bo tunekirina PKK’ê xist dewrê, lê nekarî bigihe armanca xwe. Ji bona wê bi rêya lobiyan kar li ser revandina Rêber Ocalan û terornasandina PKK’ê kir.”   Piştî axaftinan beşdarvanên merasîmê hemûyan ji bo derxistina navê PKK’ê ji ‘Lîsta terorê’ îmzeya xwe avêtin.   Piştî ku îro kampanya hat ragihandin, ji niha û şûnde wê pêngava komkirina îmzeyan li seranserî Başûrê Kurdistanê hem bi dest hem jî bi şeklê dijîtal dest pê bike.