Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez hat binçavkirin 2022-01-29 11:25:17   AMED - Polîsan bi ser mala Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez de girtin û ew kirin bin çavan.    Polîsan vê serê sibehê avêt ser mala Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Amedê Seval Gulmez. Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin bi ser malê de girtin û lêgerîn pêk anîn. Polîsan piştî lêgerînê Sevalê kirin bin çavan û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.    Nehat zanîn ku Sevalê ji ber çi sedemê kirine bin çavan. Sevalê bi koronayê ketibû û îro çawa ku karantînaya wê bi dawî bû, polîsan avêt ser mala wê.    Dest xistin ser alavan   Polîsan di 26’ê mehê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de bi ser avahiya Rêxistina DBP'ê ya Amedê de girtibûn û bi saetan lêgerîn kiribûn. Polîsan di serdegirtinê de dest danîn ser alên Tevgera Jinên Azad (TJA), hin kovar, pirtûk û rojnameyan desteser kiribûn. Polîsan heman rojê avêtibû ser mala Sevalê jî. Lê ji ber ew li nexweşxaneyê tedawiya koronayê didît nehatibû binçavkirin.    Dîsa hat binçavkirin   Sevalê di 5'ê nîsana 2021'ê de bi 26 jinan re hatibû binçavkirin û pişt re hatibû girtin. Sevalê bi îdiaya “endama rêxistinê ye” hat darizandin û di danişîna ewil a dozê de di 6’ê îlonê de hatibû berdan.