Malpera rojnameya Xwebûnê hat astengkirin 2022-01-29 10:35:12   AMED - Malpera rojnameya Xwebûnê ya ku tekane rojnameya heftane ye ku li Tirkiyeyê tenê bi kurdî weşanê dike û ji kanûna 2019’an ve dest bi weşanê kiriye, hat astengkirin   Malpera înternetê ya rojnameya Xwebun.org, bi biryara Saziya Ragihandin û Teknolojiya Zanînê ya hejmar 490.05.01.2022-93453 a dîroka 28’ê çileya 2022’an hat astengkirin. Rojnameya Xwebûnê ji 21’ê kanûna 2019’an ve dest bi weşanê kiriye û tekane rojnameya heftane ye ku li Tirkiyeyê tenê bi kurdî weşanê dike.