Hinceta netehliyekirina 4 girtiyan: Nexwestina dezenfektanê 2022-01-29 09:24:52   ENQERE - Tehliyeya 4 girtiyên li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê tên girtin bi hinceta derneketina çalakiyên civakî yên ku tune ne, dezenfektan nexwestine, karê lêgerînê yê gardiyanan zehmet kirine hat taloqkirin.    Her roj binpêkirina mafan ên li girtîgehan zêde dibin û îşkenceyên girtî pê rû bi rû tên hiştin jî derketiye lûtkeyê. Rojeva sereke ya li girtîgehan girtiyên nexweş in. Binpêkirina mafan a din a ku girtî pir zêde pê rû bi rû dimînin jî tevî ku cezayên wan diqedin jî bi hincetên pûç û vala netehliyekirina wan e. Ev biryar ji aliyê "Lijneya Çavdêriyê û Îdareyê" bi awayekî kêfî tê dayin.    Navenda binpêkirinê: Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê   Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê li hemû girtîgehên Tirkiyeyê hatin avakirin û tevî ku cezayê girtiyên siyasî diqedin jî bi hincetên "mayina li qawişa siyasî","nabêje ez poşman in","Fikrên derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan" tê astengkirin ku tehliye bibin.    Tehliyeya 3 jinên girtî cara duyemîn hat astengkirin   Rojdan Erez, Hanim Yildirim, Jiyan Ateş û Berrin Sari yên di Girtîgeha Jinê ya Sîncanê ya Enqereyê tên hiştin bi hinceta biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê nehatin tehliyekirin. Girtîgeha Jinê ya Sîncanê ya Enqereyê yek ji wan girtîgehan e ku bi sepandinên kêfî tê rojevê. Hanim û Rojda ji 25'ê Cotmehê ve, Jiyan jî ji 27'ê Cotmehê ve her wiha Berrinê jî ji 20'ê Kanûnê ve ye bi awayekî bi kêfî di girtîgehê de tên hiştin. Hanim, Rojdan û Jiyan ên ev 3 meh in tehliyeya wan tên astengkirin bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê tehliyeya wan 3 mehê din jî hat taloqkirin.    Hincetên netehliyekirinê absurt in!   Jiyan û Hanimê li gor hincetên Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ji ber derneketine perwerdeyê û pakêta islahê qebûl nekirine tehliyekirina wan hat taloqkirin. Rojdayê tevî ku qet nezewiciye bi hinceta "hevjînê xwe kuştiye, ev ji bo malbata mêrê kuştiye talûke ye" nehat tehliyekirin. Berrinê jî bi hinceta ewraqên wê hîn ji dadgehê nehatiye nehat tehliyekirin.    'Poşmanî li ser girtiyan tê ferzkirin.'   Xwişka Jiyan Ateş, Pinar Ateş diyar kir ku sepandinên kêfî li hemberî girtiyan pêk tên û wiha got:"Poşmanî li ser girtiyan tê ferzkirin. Girtiyên vêya qebûl nakin jî nayên tehliyekirin. Gardiyan dibêjin dema em lêgerînê dikin girtî karê me zehmet dikin. Ev ne rast e û bi vê hincetê jî tehliyekirina girtiyan tên taloqkirin. Gardiyan her derê belawela dikin û derbarê wan de tu girtek jî nayê girtin."   Nexwestina dezeftektanê sûc e!   Jiyanê bi lêv kir ku hinceta duyem a netehliyekirina girtiyan jî dibêjin girtiyan dezenfektan nexwestine. Jiyanê got:"Gardiyan carê tên qawişan dezenfekte dikin û girtî li dijî vê yekê jî dernakevin. Her wiha yek ji sedema netehliyekirinê jî ew ku dibêjin girtî derneketina çalakiyên civakî. Jixwe ji ber pandemiyê hemû çalakiyên civakî sekinîne. Bi van hincetana 3 mehan tehliyekirina girtiyan hat taloqkirin."    Girtiyan li dijî binpêkirina mafan a ku pê rû bi rû dimînin banga hestiyariyê li raya giştî kirin.