ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 202'YAN 2022-01-29 09:00:00   *Fadîle Ateş a ku bi çanda denbêjiyê mezin bûye, di 6 saliya xwe de dest bi gotina klaman kiriye. Ji bo Fadîleyê xwedî derketina li çanda denbêjiyê girîng e û got: "Kulê dilê dayikên kurd gelekî giran e. Ez jî hewl didim ku êş, qehr û zilma ku hatî kêşandin bi klaman bînim ziman. Ji ber vê yekê klam li ser zimanê min nakevin erdê." BI DÎMEN    *Ji Platforma Jinan a Şahmaran ya Mêrdînê Gulîzar Îpek diyar kir ku desthîlatdariya AKP-MHP’ê  bi van êrîşan armanc dike ku civatek muhafizekar ava bike û destnîşan kir ku sazkirina vê jî bi êrî û îlegalîzekirina jinan tê kirin. DÎMEN HEYE   *Jinên Amedê têkildarî tecrîd, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û edaletê axivîn. Jinên daxwaza edaletê kirin wiha gotin: "Li Tirkiyeyê ne edalet, ne azadî ne jî wekhevî heye. Em tecrîdê naxwazin, em edaletê dixwazin." DÎMEN HEYE