Dayik li gel pitika wê ya 15 rojî binçav kirin 2022-01-28 15:00:15   MÊRSÎN - Li navçeya Akdenîzê, cendirmeyan bi ser malan de girt û jineke ji Kobanê bi pitika wê ya 15 rojî re binçav kirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve bi îdaya "endamtiya rêxistinê" hat destpêkirin de cendirmeyan li taxa Çay a navçeya Akdenîzê bi ser mala malbateke Kobanêyî de girt. Di serdegirtinê de cerndirmeyan jinek û hevjînê wê bi pitika wan a 15 rojî re binçav kirin.    Hat hînbûn ku cemdirmeyan kesên binçav kirine bi xwe re birine Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr.