Emîne Şenyaşar: Bila lawê min serbest berdin 2022-01-28 13:05:15   RIHA - Emîne Şenyaşar a ku  "Nobeta Edaletê" digire got ku ew dixwaze lawê wê Fadil serbest bê berdan û wiha berdewam kir, "Heta ku lawê min bernedin ez ê li ber edliyê nobeta xwe bidomînim."   "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê ku di 9'ê adara 2021'ê de hatibû destpêkirin di roja 326'an de berdewam dike.  Emîne û lawê xwe Fewrît piştî ji navçeyê hatin ber  Edliyeya Rihayê nobeta xwe berdewam kirin.     Emîne Şenyaşar li vir axivî û diyar kir ku salek e li ber edliyeyê daxwaza edaletê dikin. Emîneyê ji bo kurê wê Fadil Şenyaşar serbest bê berdan got, "Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. Em bi demsalan li ber edliyeyê rûdiniştin. Dozger me nabîne. Êdî bes e kurê min berdin."    'Ez ê li ber edliyeyê çalakiya xwe bidomînim'   Emîneyê diyar kir ku kesên ku malbata wê qetil kirine servest ub û wiha got: "Zivistan e, em nexweş in. Berî ku ez bimirim dixwazim kurê xwe bibînim. Ger kurê min bernedin, heta mirinê ez ê li ber edliyeyê bisekinim. Zilmek mezin kirin, zilmek wiha nehatiye dîtin. Lawê min di hundirê dikanê de kuştin."