ROJEVA 28'Ê ÇILEYÊ YA 2022'YAN 2022-01-28 09:00:00     *Zanista pozîtîvîst dixwaze, vîrusa ku ne zindî dide nasîn, bikuje. Kapîtalîzm ji ber berjwendiyên xwe, her zindiyê ku nehatiye watedarkirin û neşênberkirin wek nesne dibîne. Ev feraseta nesnekirinê, ji bo hemû jiyan û hebûnan derbasdar e. Wek George Floyd, rengê mirov jî dibe qurbana nesnebûnê, dibe hinceta qetilkirinê. Wek mînaka ku ciwanekî kurd  ku bi zimanê kurdî li muzîkê guhdar dike û tê qetilkirin. Zîhniyeta serdest bi hezaran salane bi vê fikrê hewl dide jinan bi teşe bike û her cureyê şîdet û qirkirinê lê tê rewakirin. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   * Endama TAJÊ Meyan Nasir têkildarî êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya Hukumeta Iraqê û PDK'ê yên li Şengalê da zanîn ew li dijî îxanet û parçebûnê banga yekîtiyê dikin û got: "PDK'ê li djî destkeftiyên civaka Êzidî bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike. Pêwîst e civaka Êzidî, bikaribe rêxistina xwe mezintir bike û carek din nekeve xefikên îxanetkaran. Me Êzîdxanê parast û ji îro şûnde jî em ê biparêzin." DÎMEN HEYE   * Dayika Nurcan Aslan  ya  li Girtîgeha Jinan a Tersusê dimîne Muzeyyen Aslan diyar kir ku ew ji bo keça xwe hembêz bike ji Mêrdînê heta Mêrsînê çûye lê nehiştine ku ew keça xwe hembêz bike.    DÎMEN HEYE   *Ramazan Tanriverdî 30 sal in girtiye û di lîsteya nexweşên giran de ye, hevjînê wî Hanim Tanriverdî da zanîn ku rewşa girtiyên nexweş krîtîke û rayagiştî ya navneteweyî li dijî vê bêdenge û got: “Bila ez zilm bidawî be.” BI DÎMEN    * Dirayet Dilan Taşdemir diyar kir ku ji gotinên Serokomar Tayyip Erdogan ên di derbarê Îmraliyê de zêdetir gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girîng in û wiha got:"Tê famkirin ku îktidar bi xwe jî çareseriyê li Îmraliyê dibîne. Em wekî siyaset vê gotinê bi salan e dikin."  DÎMEN HEYE   *Endama Desteya Rêveber a Baroya Mêrdînê Rûşen Bîngul Bînbaş derbarê rûniştina ewil a doza Serkan Ozgun ku li Midyadê jina êzidî Baran Hasan Rasho qetil kiribû dihat darizandin axivî. Rûşenê destnîşan kir ku xwestin cînayetê wekî bûyerek hesûdiyê ye bi encam bikin û anî ziman ku bi polîtîkayên bêcezahiştinê kuştina jinan rewa dikin. DÎMEN HEYE