Doza kujer Serkan Ozgun hat taloqkirin 2022-01-27 13:37:41     MÊRDÎN - Danişîna ewil a doza Serkan Ozgun ku li Midyadê jina êzidî Baran Hasan Reşo qetil kiribû dihat darizandin hate taloqkirin. Bersûc xwe bi îddîaya şîzofreniyê parast.   Mêrê bi navê Serkan Ozgun li taxa Ebşî ya navçeya Midyadê ya Mêrdînê di 6'ê tebaxê de jina êzidî Baran Hasan Rasho qetil kiribû. Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Midyadê ve derbarê vê bûyerê de hatibû destpêkirin bi dawî bû û bi sûcdariya "kuştina qestî" derbarê Serkan de dozname hat amadekirin. Danişîna yekemîn a dozê ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a Midyadê ve hate dîtin. Kujer Serkan Ozgun li eywanê amade bû. Her wiha parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca û Pero Dundar, Platforma Jinan a Şahmaranê û rêxistina HDP’ê ya Mîdyatê jî beşdarî danişîne bûn.   Kujer xwe bi nexweşîna şîzofreniyê parast   Danişîn bi parastina bersûc dest pê kir. Bersûc di îddianameya xwe de li dijî îddiayan derket û xwe bi îddîaya şîzofreniyê parast. Bersûc, got: “ Gava zarok bûm bapîrê min bi çakûçê li serê min xist û ji ber vê ji serê xwe ve min hesar dît.”    Her wiha bersûc îddayên xwe yên tahrîkê dubare kir. Parezêrên bersûc jî bi heman şiklî parastin kirin. Hat xwestin ku bersûc di saziyê tenduristiyê de di aliyê nexweşiya aqlî de rapor were sitendin.    Li parezêrên malbata Baran jî hatin guhdarkirin û parezaran ji bo bersûc cezayê herî giran daxwaz kirin. Parezêr Dîlan Koç di parastina xwe de destnîşan kir ku kuştina jinan polîtîk e û divê ji bo pêşîlegirtina kuştina jinan polîtîka were pêşxistin. Piştî vê endama meclîsa AKP’ê ya Mîdyadê li dijî parastina parêzaran derket û ew bi gotinên xwe sûcdar kir.    Heyeta dadgehê berdewamiya biryara rewşa girtinê da û rûniştin taloqî 7'ê Nîsanê kir.