'Emîne Şenyaşar 325 roj in li dijî şîdetê li ber xwe dide' 2022-01-27 12:29:11   RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenşayar 325 roj in didome. Malbatê îro li ser medyaya dijîtal ev peyam da: "Emîne Şenyaşar 325 roj in li hemberî şîdetê li ber xwe dide. Şîdeta li hemberî jinê, şîdeta li hemberî mirovatiyê ye."    Emîne Şenyaşar ku 14'ê hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dike. Çalakiya ku 9'ê Adara 2021'ê dest pê kir di roja 325'an de ye.   Malbat îro li ser medyaya dijîtal ev peyam da: "Gelek cureyên şîdetê heye. Yek jî wan 'Bêedaletî ye'. Li Rihayê jinek (Emîne Şenyaşar) 325 roj in li hemberî şîdetê li ber xwe dide. Şîdeta li hemberî jinê, şîdeta li hemberî mirovatiyê ye. Dev jî vê şîdetê berdin."