Wesayita li Haznayê qelibiye di envateriya TSK'ê de qeyd kiriye 2022-01-27 11:03:53     MÊRDÎN - Hat hînbûn ku wesayita di 11'ê Çileyê de li Qoserê li Hazna Su ya 52 salî qewimiye û bû sedema qetilkirina Haznayê di envateriya TSK'ê de qeyd kiriye û ajokarê wê jî çawişê pispor e.    Li dora Girtîgehê ya Qosera Mêrdînê di 11'ê Çileyê de wesayitekê rêgezên trafîkê binpê kir bi lezgînî ronahiya sor derbas kir û li Hazna Su qewimî. Piştî wesayet li Haznayê ket Haznayê gelekî kaş bû û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Di medyayê de jî hatibû gotin ku plaka wesayita li Haznayê qewimiye biyan e. Ajokarê wesayitê li cihê bûyerê hatibû binçavkirin û navê wî nehatibû eşkerekirin.    Di envateriya TSK'ê de qeyd kiriye   Cenazeyê Haznayê jî piştî rojeke bûyerê li Gundê Talatê hat definkirin. Di bûyera ku ji raya giştî hat veşartin de hat hînbûn ew wesayeta leşkerî ya li Sûriyeyê peywirê dike ye. Hat hînbûn wesayita li Haznayê qelibiye di envateriya TSK'ê de qeyd kiriye û ajokarê wê jî çawişê pispor e.    Ajokarê wesayetê çawişê pispor e   Rayedarên leşkeriyê yên piştî bûyerê sewqî cihê bûyerê hatin kirin hewil dan delîlan ji holê rakin û ser qetilkirinê bigirin. Lê belê piştî beyanên şahidan ajokarê navê wî nehat diyarkirin hat girtin û ev ajokar jî çawişê pispor e.