ROJEVA 27'Ê ÇILEYÊ YA 2022'YAN 2022-01-27 09:00:00     *Malbatên girtiyan ên li Şirnexê tirs û fikarên xwe ya derbarê girtiyan de anîn ziman û gotin: "Girtî di nav şert û mercên heyî de bi mirinê re rûbirû hatine hiştin. Divê çav û guhê me li girtîgehan be. Pêwiste em bibin dengê girtiyan.” BI DÎMEN    *Endama Meclîsa Gel a navçeya Şêranê ya Kantona Kobanê Litfiya Mehmûd behsa zindîbûna tevgera çeteyên DAIŞ'ê ya ji nû ve ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got:" Bang û daxwaza me ew e divê dadgeheke navneteweyî bê avakirin û çeteyên DAIŞ'ê bên darizandin. Her wiha wê êrişa li dijî çeteyan bidome û weke ku êrîşa DAIŞ'ê têk çû, wê planên din jî vala derkevin." DÎMEN HEYE   *Merve Tekîn a li navçeya Şemrax a girêdayî Mêrdînê ye, bermahiyan vediguherîne alavên dekoratîf.  Merve, wiha dibêje: “Hilbêrîn û keda jinê divê biçûk neyê dîtin, asoya jinê pir berfireh e.” BI DÎMEN   *Meta Avesta Xabûr a ku li dijî êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê çalakiya fedayî pêk anî, Zêneb Hemo derbarê jiyan û serpêhatiya Avestayê de axivî. Zênebê wiha got:"Avesta Xabûr bû destana Berxwedana Serdemê û berxwedana wê bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de hat nivîsandin."   * Li Wanê ji ber krîza aborî û serma zivistanê esnaf bêyî ku berhem bifroşin roja xwe diqedînin. Esnaf ku nikarin kirê bidin, hewl didin ku dikanên xwe negirin. DÎMEN HEYE   *Yek ji parêzerê doza Denîz Poyraz Turkan Aslan Agaç da zanîn ku gumanbar Onur Gencer bi helwesta li dadgehê nîşan daye peyam daye hêza pişt xwe û  banga tevlibûna rûniştina di 29’ê Nîsanê de kir. DÎMEN HEYE   *Dê rûniştina kujerê ku jina Êzidî ya ji Şengalê hatibû Mîdyadê qetil kiribû bê dîtin. (10.00)