'Nobeta Edaletê' ya Wanê: Ji xewa giran şiyarbin 2022-01-26 16:43:02   WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Wanê 47 roj in didome. Zelîha Aydin a 64 salî bal kişand ser çalakiyê û got: "Divê piştgiriyê bidin malbatên girtiyan. Divê civak ji xewa giran şiyar be."    Malbatên Girtiyan bi navê "Nobeta Edaletê" li Baroya Wanê, li dijî binpêkirina mafên girtiyan, tedawînekirina girtiyên nexweş û betalkirina înfazan 47 roj in nobetê digirin. Dayika Rojhat Aydin ê ku li Girtîgeha Tokatê dimîne û nexweşe Hame Aydin û dayika Nazmî Aydin ê ku li Girtîgeha Wanê 6 sal in girtiye Zelîha Aydin nobeta îro domandin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê hatin serdana malbatan.    Zelîha di serdanê de bal kişand ser girîngiya çalakiyê û got: "47 roj in çalakî didome. Em dixwazin bi çalakiyê bal bikişînin ser rewşa girtiyan. Em ji bo pêkanîna edaletê li vir in. Em zilma heyî qebûl nakin."   Zelîha, destnîşan kir ku Nazmî dema 18 salî bû hat girtin û 6 sal in jî girtiye û wiha axivî: "Ji ber ku kurd in li girtîgehan bi îşkenceyan re rûbirû dimînin. Divê civak xwedî li girtiyên xwe derkevin. Her wiha divê ji xewa giran şiyar bibin. Em ji bo çareseriyê û ji bo edaletê li vir in."   Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê Hatîce Akdogan jî bal kişand ser têkoşîna ku tê dayîn û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Divê her kes berpisgiriyariya xwe bîne cih. Li girtîgehan tenê cenaz derdikevin. Em vî tiştî naxwazin. Divê êdî edalet û aştî pêk bê."