Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê: Mafê 5 hezar û 19 kesî hat binpêkirin 2022-01-26 16:16:26   ÊLIH - Derbarê binpêkirina mafan ên sala 2021'ê de Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê, raporek aşkera kir û got: "Di sala 2021’an de 5 hezar û 19 binpêkirinên mafan qewimîne."    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê têkildarî binpêkirinên mafan ên di sala 2021’an de li avahiya komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên ÎHD'ê beşdarî civînê bûn. Yek ji rêveberên ÎHD’ê Ahmet Şiray, rapora di navbera mehên Çile û Kanûna 2021'an de ku di çarçoveya serlêdanên ji bo komeleyê û binpêkirinên mafan ên ji çapemeniya herêmî û netewî girtine de hatiye amadekirin, parve kir.    Di raporê de wiha hat gotin: "Di sala 2021’an de 32 kesên di binçavan de rastî sîxurtî û îşkenceyê hatine. Li tevahiya bajêr polîs û eskeran bi ser 112 malan de girtine, 6 jê zarok 474 kes binçavkirine, 62 kes hatine girtin. Bi hinceta sînordarkirinên pandemiyê binpêkirine ji 139 kesan re cezayê pere û îdarî hat birîn. Walitiyê li navenda Êlihê hemû 6 caran hemû çalaki qedexe kirine. Ji 193 kesên fikrên xwe anîne ziman re danekirinên îdarî pêk anîne. Di nava salê de gelemperiyê Êlihê bi giştî 5 hezar û 19 binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin. Zêdetirî van binpêkirinên mafan li girtîgehan, li ser azadî û ewlehiya kesan, li ser azadiya fikr û raman û li ser qedexeya îşkenceyê pêk hatine.   Kesên ji binpêkirinên mafan berpirsyar nayên cezakirin. Hemû binpêkirinên mafan ên di raporê de cih digirin mixabin ji beşeke biçûk a binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê pêk tên. Polîtîkayên desthilata siyasî yên cihekar û hedefgirtina kesên ne ji xwe binpêkirina mafên mirovan tîne rewşeke bi awayekî sîstematîk. Qeyrana aborî, civakê mehkûmî sînorê birçîtiyê dike û nijadperestî, cihekarî û tundiya siyasal her ku diçe bilind dibe. Çalakiyên me yên em weke şax pêk tînin jî gelek caran bi awayekî keyfî hatin astengkirin.   Welatî ji ber sînordarkirinên pandemiyê hatin asta ku debara xwe nikarin bikin. Ev rewş di gelemperiyê welat bû sedemê belavbûyîna malbatan, tundiya li ser jinan, bûyerên întîharê û bêkariyê.”