Çalakiya Malbata Gulistanê 26 roj in li ber Edliya Dêrsimê didome 2022-01-26 15:27:32   DÊRSIM - Çalakiya ku li ber Edliya Dêrsimê ji bo dîtina Gulistan Doku hatî lidarxistin 26 roj in didome. Dayika Gulistanê Bedriye di çalakiyê de bertek nîşanî naveroka daxwaznameya dayika Zaînal Abarakov Cemîle Yucer da.   Ji Gulistan Doku ya xwendekara Zanîngeha Mûnzûra Dêrsimê ji 5 Çileyê 2020’an ve tu agahî nayên wergirtin. Malbata Gulîstanê bi daxwaza, ji bo ku aqûbeta keça wan bê zelalkirin, ev 26 roj in li pêşiya Edliyeya Dêrsimê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Malbata Gulîstanê tevî sermaya dijwar û barîna berfê li pêşiya edliyê çalakiya xwe didomîne.   Dayika Gulistanê Bedriye Doku, di çalakiya îro de bal kişand ser daxwaznameya dayika Zaînal Abarakov Cemîle Yucer a ku şandibû CÎMER'ê û got: "Dayika Zaînal di daxwaznameya xwe de gotiye 'em mexdûr bûne'. Lê belê em? Keçek min winda ye û ya din jî ceza lê hat birîn. Ji 1'ê çileyê heta îro em di nav sir û sermayê de li ber edliyeyê ne. Gelo kî mexdûr e? Tû an em? Gelo qet wijdana wê nîne?"   Endamên Platforma Jinan a Dêrsimê û rêveberên CHP'ê ji bo piştevaniyê serdana malbatê kirin.