Şêniyên Hesekê piştî êrişên DAIŞ'ê dest bi nobedê kirin 2022-01-26 15:11:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên li Hesekê piştî êrişa DAIŞ'ê ya li ser Hesekê dest bi nobedê kirin.    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî êrişa DAIŞ’ê ya li ser bajarê Hesekê, Rêveberiya Xweser li bajêr qedexeya derketina derve ragihand. Xelkê bajêr jî ji bo piştgiriya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re di danê şevê de dest bi girtina nobedan kir. Kesên beşdarî nobedan dibin xwedî çekên bi rûxset in.    Bi destpêkirina êrişa DAIŞ’ê ya li ser Hesekê re di navbera hêzên ewlekariyê û DAIŞ’iyan de pevçûn dest pê kiribûn. Li hêlekî operasyonên hêzên ewlekariyê berdewam in û li hêla din jî Rêveberiya Xweser ragihand ku dê li seranserî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve ya qismî bixin meriyetê.