Li Girtîgeha Bunyan a Jinan binpêkirinên mafan berdewam in 2022-01-26 14:24:01   ENQERE - Li Girtîgeha Bunyan a Jina ya Kayseriyê girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel, diyar kir ku dema ew diçin nexweşxaneyê cendirme hewl didin wan bê rûmet bikin û banga hestiyariyê kir.    Muhlîse Karaguzel a ku li Girtîgeha Jinan a Bunyayana Kayseriyê dimîne di hevdîtina hefteyê ku bi keça xwe re bi telefonê kir binpêkirinên mafan ên li girtîgehan vegotin.   Hewldana bêrûmetkirinê berdewam e   Muhlise, anî ziman ku şert û mercên girtîgehê nebaş bûne û binpêkirin zêde bûne û diyar kir ku girtiya pê re li heman qawîşê dima dema birine nexweşxaneyê cendirme li heberî ketine hewldana bêrûmetkirinê.  Muhlise, diyar kir ku girtiyê ji ber muameleya xerab muayene red kir û vegeriyaye qawîşê. Muhlîse xwest binpêkirinên li Girtîgeha Kayseriyê  ji bo ku binpêkirin bên bidawîkirin divê her kes di vê mijarê de bi hestiyar bin. Muhlise her wiha destnîşan kir ku xwarin hindik tê dayîn û xwarina ku tê dayîn jî ewqas xerab e ku nayê xwarin.