'Nobeta Edaletê' di roja 324'an de ye: Kesên bêdeng wê winda bikin 2022-01-26 13:38:13   RIHA - "Nobeta Edaletê" ku ji aliyê Emîne  û Ferît Şenyaşar ve hatiye destpêkirin di roja 324'an d e berdewam dike.   Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bû, çalakiya xwe ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dike. Çalakiya ku 9'ê Adara 2021'ê dest pê kir di roja 324'an de ye.   Malbatê Li ser hesabê xwe yê Twîterê  ev peyam parvekirin: "324 roj in em daxwaza edaletê dikin. Gelo ev edalet wê kengî bê? Yên li hemberî vê zilmê bêdeng dimînin wê winda bikin."