ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-26 09:00:00     *Li navçeya Şemrexê jin piştî ku amadekariyên xwe yên zivistanê diqedînin zivistanê ji van berhemên ku amade kirine xwarinên cûr bi cûr çêdikin. Yek ji wan jî şêrînahîya mengeneyê ye. DÎMEN HEYE   *Siyasetmedaran Tifaqa Demokrasiyê ya bi banga HDP’ê hat avakirin, nirxand û gotin: “Dostên me yên HDP’î pêngavek girîng avêtine. Em banga HDP’ê ji bo guherîna desthilatdariyê girîng dibînin. Em dikarin rewş û qedera welat biguherin.” DÎMEN HEYE   *arêzerê girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel, Abdulbakî Çelebî, da zanîn ku hincetên girtina Muhlîseyê tevlibûna daxuyaniyên çapemeniyê, di tevlibûna cenaze û daxuyaniyan de berzkirina dirûşman e û got ev hemû jî beriya 2015’an pêk hatine. DÎMEN HEYE   *Jinên siyasetmedar ên behsa destkeftiyên xwe yên piştî şoreşê kirin pêvajoya berxwedanê wekî şerê hebûn û tunebûnê pênase kirin û wiha gotin:"Şervanên YPJ/YPG'ê li dijî terora çeteyên DAIŞ'ê ya girêdayî dewleta tirk şerekî bêhempa kirin. Êrişên niha yên dewleta tirk ên li ser Kobanê jî dewamiya êrişên DAÎŞ'ê yên 2014'an e. Jin li dijî van êrişana li berxwe didin û destkeftiyên şoreşa Rojava diparêzin." DÎMEN HEYE