Malbata Gulîstan Doku 25 roj e di nobetê de ye 2022-01-25 15:20:45   DÊRSIM - "Nobeta Edaletê" ya ku Malbata Gulîstan Doku li ber Edliyeya Dêrsimê daye destpêkirin di roja 25'emîn de ye.   Ji Gulistan Doku ya xwendekara Zaningeha Mûnzûra Dêrsimê ji 5 Çileyê 2020’an ve tu agahî nayên wergirtin. Malbata Gulîstanê bi daxwaza, ji bo ku aqûbeta keça wan bê zelalkirin, ev 25 roj in li pêşiya Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Malbata Gulîstanê tevî sermaya dijwar guh nade berf û baranê û li pêşiya edliyê çalakiya xwe li dar xist û pirsa, "Gulistan Doku li ku ye?" kir.    Endamên Platforma Jinan a Dersimê jî wek her roj piştgiriya malbatê kirin.