ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-25 09:00:00     * Dayikên Aştiyê yên Şirnexê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Tecrîd bandorê li tevahiya jiyanê dike. Ji ber vê jî divê têkoşîneke hevpar li dijî tecrîdê bê dayîn." BI DÎMEN    *Xizmên girtîyan destnîşan kirin ku ji bo rewşa tendurîstiya girtiyên xwe bi fikar in û banga xwedîderketina li girtiyan kirin û gotin, " Divê Nobatobeta Edaletê bê berfirehkirin." BI DÎMEN   *"Sal wek avê derbasdibe û ev 47 sal in Tevgera Azadiyê berxwedanêke bê hempa beramberî tevahî dijminên mirovahiyê dide. Ew berxwedan dibê rûmet, serfirazî û serkeftinên gelên bindest. Tekoşîna 47 salan rengê îxaneta şîloyî derxist holê." JI PÊNÛSA JINAN   * Fatma Kurtulan a HDP’yî der barê rewşa dawî ya Aysel Tugluk de axivî û da zanîn ku nexweşiya wê pêş ketiye û divê demildest bê tehliyekirin.   *Têkildarî 8'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji çeteyên DAIŞ'ê Fadîle Mehmud Mustefa ya ku ji destpêka şer heta rizgarkirinê li Kobanê ma wiha got: "Têkçûna çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê dest pê kir û li Baxozê bi dawî bû. Me li ser vê axê bedelên giran dane ji ber vê yekê em qebûl nakin ku Kobanê bê dagirkirin. Berxwedana Kobanê bi ser ket û dê her bi ser bikeve."  BI DÎMEN    * Seroka Navenda Gelîncîk a Baroya Enqereyê Asli Arihan diyar kir ku li dijî şîdetê serlêdanên merciyan girîngin û her ku ew dengê xwe bilind bikin wê hebin. DÎMEN HEYE   *Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne û nameyên girtiyan nîşan didin ku girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê. Girtiyên name ji ÎHD’ê re şandine diyar dikin ku ligel binpêkirina mafan, kesên xwe wek JÎTEM didin nasîn wan dikin nava lêpirsînê.   * Serokê HADEP'ê ya Silopiyê Serdar Taniş û rêveberê navçeyê Ebubekîr Denîz, di 25'ê çilêyê sala 2001'ê de hatin windakirin,  bi minasebeta salvegera windakirina wan Rexistina HDP'ê ya Silopiyê dê daxuyaniyê bide. (13.00)