Li Mexmûrê nobet didome: Bi çanda berxwedanê em ê bi ser kevin 2022-01-24 15:35:10   Qeder Kar   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 24 roj in çalakiya konvedanê didome. Çalakvan Songul Guler diyar kir ku bi her awayî êrişê li wargehê dikin û got: "Armanc dikin ku hemû destkeftiyên kurdan têk bibin, lê divê bê zanîn ku em xwedî li çanda berxwedanê ne û em ê bi ser kevin."   Di 27'ê kanûna sala 2021’ê de hêzên leşkerî yên Iraqê hewl da ku derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têl bikin. Li ser vê yekê gelê wargehê bi awayekê girseyî bertekên xwe nîşan da. Piştî helwesta gel hêzên arteşa Iraqê paşve gav avêtin. Her wiha niha jî di navbera Mexmûra jêr û Wargeha Mexmûrê de kuleyên leşkerî hatin bicihkirin. Gelên Mexmûrê li dijî vê yekê konvedan dest bi parastina wargehê kirin. Çalakiya konvedanê 24 roj in didome.    Çalakiya konvedanê her roj ji hêla gelê Mexmûrê ve tê ziyaretkirin. Gelê wargehê da zanîn ku dê heta dawiyê parastina xwe bikin. Derbarê mijarê de çalakvan Songul Guler ji ajansa me re axivî.    ‘Bi her awayî êrişê Mexmûrê dikin'    Songul, da zanîn ku 27 sal in li vir dijîn û got: "Bi taybetî di salên dawiyê de êrişên Dewleta Tirk a li hemberî wargehê qet kêm nebûye. Li hemberî wargehê polîtîkayeke qirêj tê meşandin. Ev tişt di çarçoveya şerê 3'yemîn a li Rojhilata Navîn pêk tê. Bi her awayî êrişê li Mexmûrê dikin."   Songul, diyar kir ku li wargehê jiyanek hatiye avakirin û wiha axivî: "Gelê me li beramberê vî şerî çandeke têkoşîn û berxwedanê li vir saz kiriye. Sedsala 21’an ku jêre dibejin sedsala zanistê ye lê mixabim em wek Gelê Kurd niha jî dibin dagirkeriyê de ne. Li vir tê armanc kirin ku hemû destkeftiyên ku di destê kurdan de heyî bigirin dest."    ‘Bi çanda berxwedanê em ê bighejîn serkeftinê'    Songul, destnîşan kir ku bi hewldanan dixwazin vîna penaberên wargehê têk bibin û wiha bi lêv kir: "Dewleta Tirk, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bi hevpeymanên xwe dixwazin penaberan bikin qurban. Dewleta Tirk salên 90'î de çawa dora me dorpêç niha jî Hikûmeta Iraqê heman tiştî dike û dixwazin vîna me teslîm bigirin. Divê baş bê zanîn ku em ê li dijî wan yekan li ber xwe bidin. Çend çalakiya me ya konvedanê sembolîk be jî naveroka çalakiya me tijê ye. Em ê bi çanda berxwedanê xwe bighînin serkeftinê."    'Têkoşîna Gelê Kurd hertim berdewam kir'    Songul, bal kişand ser nêzbûna 15'ê Sibatê roja Komploya Navneteweyî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di qada navnetewî de li hemberî Rojhilata Navin û bi taybetî ji li hemberî kurdan planeke şer heye. Dema ku ev plan hatin kirin xwestin ku rêbertiya me li Rojhilata Navîn derxin. Tevî hemû hewldanan rêbertiya me hat dîlgirtin. Ji bo me kurdan ji ev roj rojeke reş e. Li Îmraliyê di kesayetiya rêbertî de dixwazin Gelê Kurd tune bikin. Gelê Kurd li hemberî her cureyên êriş û îxanetan serê xwe ne tewand û têkoşîna xwe berdewam kir."