Platforma Jinan a Şahmaran: Hûn ê bi zextan bi ser nekevin 2022-01-24 11:50:35     MÊRDÎN - Platfotma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê, ji bo hedefgirtina jinan a ji aliye desthîlatdariyê ku di pêvajoya dawîn de her diçe zêdetir dibe daxuyaniyek nivîskî weşand.    Platfotma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê, derbarê hedefgirtina jinan a ji aliye desthîlatdariyê de daxuyaniyek da û got ku hûn ê bi zextan bi ser nekevin.     Daxuyanî wiha ye:   Êrîşên desthîlatdariyê yên li hemberî jinan bi taybetî, rojnamevan, siyasetmedar, akademîsyen, hunermend, rêxistinên girseyî yên demokratîk roj bi roj zêde dibin. Di geşedanên ku me di çapemeniyê de şopandî nêzîkatiyên li hemberî gelek jinên naskirî careke din nîşan daye ku azadiya ramanê di bin xetereyê de ye.   Azadiya fikr û ramanê di bin xetereyê de ye   Herî dawî girtina rojnameger Sedef Kabaş ku bi hinceta heqaret li Serokkomar kiriye; her wiha hewldana lînçê ya li dijî hunermend Sezen Aksû ya ji aliyê kesên nêzî AKP'ê ve nayê qebûlkirin.  Binpêkirina mafê jiyanê bi binpêkirina mafan a li hemberî Aysel Tûglûk û bi sedan girtiyên nexweş ên giran ên li girtîgehan berdewam dike.  Hikûmet dixwaze di nava civakê de pevçûn derxîne û vîna hemû qadêncivakê bixe bin kontrola xwe.   ‘Em ê bi stran û helbestên xwe li qadan bin’   Em weke Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê bang li desthilatdariyê dikin; Zextên we dê bi ser nekevin. Hûn nikarin fatûreya qeyrana aboriyê bi sûcdar kirina jinan derbas bikin. Em zextên we yên li ser hunermend, rojnameger, siyasetmedar û STK'yan qebûl nakin. Em ê bi stran û helbestên xwe li qadan bin û em ê heta dawiyê li dijî serdestiya mêr têkoşînê bidin."