Ji bo doza Denîz Poyraz bang: Doza hemû jina ye 2022-01-23 09:05:31     Şîrîn Çinar   AMED - Jinan ji bo doza Denîz Poyraz a di 24’ê Çileyê de pêk tê bang kirin û gotin Denîz ji ber nasnameya kurdbûyin xwe hatiye qetilkirin û ev doz doza hemû jina ye.   Di 17’ê Hezîranê de gumanbar Onur Gencer li hember HDP’a Îzmîrê êrîşa nîjadperest pêk anî û Denîz Poyraz qetil kir. Yekemîn rûniştina  doza gumanbar di 29’ê Kanûnê de ji aliyê heyeta 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakliyê ve li salona 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hat dîtin. Ji her çar aliyê Tirkiyeyê ve parêzer tevli dozê bûn û bi sedan jin û nûnerên saziyên civaka sivîl tevlî bûn. Di rûniştina yekem de tiştek pêş neket û taloqî 24’ê Çileyê hat kirin.   Jinan beriya rûniştinê der barê tevlibûnê de bang kirin.   ‘Denîz ji ber nasnameya kurdbûyinê hat qetilkirin’   Endama Komîsyona ji bo Gulîstan Doku Edalet, Dîlan Ergul got li her çar aliyê Tirkiyeyê jin tên qetilkirin û ligel vê jî jin ji ber nasnameya xwe tên qetilkirin û got: “Li welat qirkirina jinan û kurdan tê jiyîn. Denîzê ji ber nasnameya kurdbûyinê hat qetilkirin. Dewlet gel bi kîn û nefretê bi rê ve dibe. Kujer di rûniştinê de her tim bi polîsan re dikeniya. Ji bo pêşî li xwedîderketina dozê bigirin her tiştî dikin. Divê her kes xwedî li rûniştinê derkevin û li wir bin.”   ‘Kujer bi aşkera hat parastin’   Hevseroka HDP’a Amedê Remziye Sizici jî wiha anî ziman: “Qetilkirina Denîz Poyraz parçeyek ji polîtîkaya nefretê ye. Em di pêvajoyek zehmet re derbas dibin. Zextên li ser jin û HDP’ê zêde bûne. Êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê êrîşek nîjadperest bû. Em hemû vê dizanin. Hemû cîhan vê dizane. Desthilatdarî polîtîkaya dijminahiyê li hember kurdan û jinên kurd dimeşîne. Me hemûyan dît ku kujer çawa tê parastin. Divê di serî de gelê kurd û jin û hemû kes dozê bişopînin. Ji bo kujer bên cezakirin em ê heta dawî têbikoşin.”   ‘Em ê şopdar bin’   Hevseroka HDP’a Baglarê Remziye Tek jî daxuyand ku desthilatdarî ji nasname, hêz û fikra Denîz Poyraz tirsiyaye û wiha daxuyand: “Kujer bi pere hatiye girtin û ji bo êrîşî HDP’ê bike rê dane ber. Ji roja Denîz hat qetilkirin em dibêjin ‘Denîzek çû bi hezaran Denîz wê bên.’Ez banga xwedîderketina dozê li hemû jinan dikim. Em ê şoparê dozê bin. Ev doza jinên kurd e.”   Ji bo rûniştinê bang   Sekretera Jinan a Hejmara Yekê ya Egîtîm Senê ya Amedê Ezgî Çelîk jî nêrînên xwe anî ziman û bi lêv kir ku qetilkirina Denîzê cînayetek polîtîk bûye û wiha dawî lê anî: “Qetilkirina Denîzê êrîşek li hember nasnameya jinên kurd e. Ji bo em vê êrîşê şermezar bikin, em bang li hemû jinan dikin ku tevli rûniştina 24’ê Çileyê bibin. Ev doz a me hemûyan e. Divê em hemû li wir bin.”