Meclîsa Jinê ya KESK'ê: Em gefa li Sezen Aksu tê xwarin qebûl nakin 2022-01-22 14:46:01   STENBOL- Meclîsa Jinê ya KESK'ê ya Stenbolê têkildarî hedefgirtina jinên hunermend a ji aliyê Serokomarê AKP'yî Tayyip Erdogan ve daxuyanî da û got:"Dê jin sekna xwe ya li dijî zihniyeta baviksalarî bidomînin. Em hedefgirtina Sezen Aksu û Gulşenê tu carî qebûl nakin."   Hunermend Sezen Aksu ya ku ji ber strana xwe ya "Jiyîna Tiştekî Şahane" ji aliyê AKP'yiyan ve hat hedefgirtin do jî ji aliyê Serokomarê AKP'yî Tayyip Erdogan ve hedef hat girtin. Di derketina nimêja Înê de Serokomar wiha got:"Kes nikare dev bavêje Hz. Adem. Peywira me ye ku dema cihê wê hat em wî zimanî ji kokê rakin. Kes nikare zimandirêjiyê li dijî valîdeya me Havva bike. Peywira me ye ku em hedê wan nîşanî wan bidin." Serokomar bi van gotinanan gef li Sezen Aksu da xwarin.    Meclîsa Jinê ya Konfederasyona Sendikayên Kedkar a Cemaweriyê  (KESK) ya Stenbolê têkildarî mijarê daxuyanî da.   Meclîsa Jinê diyar kir ku hedefgirtina hunermendan binpêkirina azadiya fikir û raman e û got:" Em gefa li Sezen Aksu û Gulşenê tê xwarin qebûl nakin. Dê jin sekna xwe ya li dijî zihniyeta baviksalarî bidomînin. Em hedefgirtina Sezen Aksu û Gulşenê tu carî qebûl nakin. "