'Tecrîd binpêkirina mafên li girtîgehan zêde dike' 2022-01-22 14:28:31   WAN - TUHAY DER'ê derheqê mirina bi guman a girtiyê bi navê Ramazan Turan wiha got:"Tecrîd binpêkirina mafên li girtîgehan zêde dike."   Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY DER) a Wanê têkildarî Ramazan Tûran ê 70 salî ku duh li Girtîgeha Wanê jiyana xwe ji det dabû, daxuyanî da. Daxuyanî li Kuçeya Hunerê pêk hat û rêveberên HDP, DBP, MEBYA-DER û aktîvîstên TJA’yê beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê TUHAY DER'ê Adil Koçak daxuyanî xwend û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê sepandin li tevahiya girtîgehan belav bûye û bûye sedema zêdebûna binpêkirinên mafan. Adil anî ziman ku di şexsê Ocalan de tevahiya gelê kurd û muxalîfan hatine tecrîdkirin û kesan ji azadiya wan bêpar dihêle û ev jî dibe sedema hejmara girtinan zêde bibe. Adil got her roj bi dehan binpêkirinên mafan li girtîgehan diqewimin û got: "Tevî ku ewqas binpêkirina mafan û îşkence tê kirin jî rayedar û berpirsiyar bê xem in."   'Bila îktidar dev ji van polîtîkayên xwe berde'   Adil destnîşan kir ku ragirtina Ramazan Turan a di hucreya yek kesî de nêzîkatiyek ji wîjdan û mirovatiyê dûr e û got: "Di nava sê mehên dawî de girtiyên jiyana xwe ji dest dan, demên gelek dirêj bûn bi awayekî li dijî rûmeta mirovahiyê bi tena serê xwe diman. Hêj girtî jiyana xwe ji dest didin û rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin. Bê parêzeran otopsiya girtiyan dikin. Otopsiya Tûran jî wisa kirin. Qeyûm darbest û wesayîta cenaze neda malbata Tûran. Ev şerma mirovahiyê ye û karneye şerma Tirkiyê ye. Em bang li îqtidarê dikin ku demildest dest ji van polîtîkayên xwe berde. Em deng û piştgiriyê bidin nobedên edaletê yên malbatên me li Wan û Amedê dane destpêkirin."