Di êrişa Eyn Îsayê de 2 sîvîlî jiyana xwe ji dest dan 2022-01-22 12:47:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi êrişa TSK û komên girêdayî wê yên li ser Eyn Îsayê 2 sîvîlî jiyana xwe ji dest dan.   Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê ji serê sibehê ve êriş birin ser gundên Mişêrfê, Cehbel û Mielek ên Eyn Îsa, Kampa Eyn Îsa û rêya M4'ê. Hêzên QSD'ê di cih de bersiva êrişan dan û êriş hatin şikandin.    Di şer de gelek endamên hêzên paramîlîter hatin kuştin, 2 cenazeyên wan ketin destên hêzen QSD'ê.   Her wiha hat ragihandin di bombebaranê de 2 welatiyên sivîl ên ji gundê Cehbeyê jiyana xwe ji dest dane. Hat zanîn ku li herêmê şer dewam dike.