Ayşe Gokkan û hevalên wê ji Tevgerên Jinê yê Tirkiyeyê re name şandin 2022-01-22 10:48:43       AMED - Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan ji bo girtiyên nexweşiyên wan giran Semire Direkçi, Gulli Kara û Zekiye Tekin ji Tevgerên Jinê yê Tirkiyeyê re name şand.   Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinê ya Amedê dimîne têkildarî rewşa girtiyên nexweş Tevgerên Jinê yê Tirkiyeyê re name şand û bang kir. Li binê nameyê îmzeyên Fatma Gul, Feyza Aksoy, Zelal Bilgin, Jiyan Arikboga û Fatma Narin jî hebûn.    'Hejmara girtîgehan du qatê hejmara zanîngehan e'   Ayşeyê da zanîn rejîma înfazê ya xwe dispêre tecrîdê sûcekî li dij mirovahiyê ye û wiha got:"Di nava zanayiyên gerdûnî de parastina mafê mirovan divê di serê peywirên mirovî de cihê xwe bigire. Îşkence, tecrîd, mamela ne baş, şikandina îradeyê, binpêkirina mafan li gor danezana gerdûnî ya ku Tirkiye jî li terefê wê cih digire, sûcên li dijî mirovatiyê ne. Parastina mafê jiyanê peywirên rewa, mirovî, wijdanî, exlaqî, hiqûqî ne."   Ayşeyê di dewamiya nameya xwe de wiha got:   "Mirovahî dibe şahidê sepandin û rewşên ku wijdanê mirovahiyê wan qebûl nake. 15 jin bi nexweşiyên dil, tansiyonê bilind, pençeşêr, astimê ne û bi van nexweşiyanan jî talûkeya jiyanê dibe mijara gotinê. Her wiha kesên pîr û astengdar mehkûmî şerdên fîzîkî yên ne li gor wan tên kirin. Zekiye Tekin (65), Semire Direkçi (49), Gulli Kara (41) hîn di Girtîgeha Jinê ya Amedê de tê girtin.   Hîn dereng neketiye divê tevgerek pêk bê   Li gor daneyên Odeya Tabîban a Enqereyê  (ATO) li girtîgehan 1941 girtî û hukumxwar ên zarok in hene. Dîsa li gor rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya 15'ê Kanûna 2021'ê li girtîgehan jê 604 giran 1605 girtiyên nexweş hene. Hat gotin divê li dora 600 nexweşên ku rapora wan a nikare li girtîgehê bimîne heye ji girtîgehê derkevin û ev yek bi raya giştî re hat parvekirin. Hat diyarkirin ku 'di 48 saetan de 3 kes', 'ji serê 2020'î heta îro 7 jê piştî înfaza wan hat taloqkirin demeke kurt, herî kêm 59 cenaze ji girtîgehan derketiye'. Di sedsala 21'emîn de rejîma înfazê ya xwe dispêre tecrîdê 'wekî mirina sîvîl' ketiye lîteratura hiqûqê ya gerdûnî. Girtîgehên wekî mekanên mirina sîvîlan e dibe sedema hilberandina nebaşiya tendirustiyê, dane bi awayekî eşkere derdixe holê ku îşkenceya li dijî girtiyên pîr û hukumxwaran vediguhere îdama fîîlî. Em wekî jinên girtî yên polîtîk ên li jir îmzeya wan hene di serî de ji bo Aysel Tugluk û hemû girtiyan dibêjin bila berpirsiyariya xwe bînin cih. Ji bo girtiyên bi nexweşiyên giran ji girtîgehan bên tehliyekirin divê demildest berpirsiyariya xwe ya mirovî, wijdanî, exlaqî, hiqûqî bînin cih û hîn ne dereng e têkevin nava tevgerê."