‘Raporên ATK’ê li dijî girtiyan wek alava tolgirtinê tê bikaranîn’ 2022-01-22 09:08:02   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Parêzvanên maf diyar kirin ku bi raporên ATK’ê girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin û ji girtîgehên ku polîtîkayên tecrîdê pêk tê divê bikevin tevgerê.   Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû aliyên civakê û bi taybet jî girtîgehan kiriye. Binpêkirinên mafan yên li hember girtiyan roj bi roj girantir dibin. Li gorî rapora ÎHD’ê ya 2020’an li girtîgehan 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ligel polîtîkayên şîdet, îşkence û tecrîdê, binpêkirinên mafan bi pandemiyê re zêde bûn.  Di mehekê de ji ber binpêkirinên mafan gelek ceneze ji girtîgehan derketin. Bi raporên ATK’ê  jî girtî terkî mirinê tên kirin. Li aliyê din jî malbatên girtiyan bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyan ‘Nobeta edeletê’ dan destpêkirin.   Seroka Konseya Navenda Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncandi, Parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê Refîka Çakillik û seroka şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolarî der barê rewşa girtiyan de nirxandin kirin.   ‘ATK veguheriye avabûnek siyasî’   Seroka Konseya Navenda TTB’ê Şebnem Korur Fîncandi da zanîn ku Saziyên Tipa Edlî piştî darbeya 12’yê îlonê şûnde bi guherînên kirine veguheriye avabûneke siyasî û wiha got: “Hemû pêvajoya biryarê li ser serokomar dimeşe. Serokomar çi biryarê bide ATK jî li gorî vê biryarê dimeşe. ATK girêdayê Wezareta Dadê û ev tê wateya ku bi siyasetê re ji nêz ve eleqedere. Ji bo vê me pirsgirêkên cidî jiyan. Sazbûnek wisa ji bo nirxandineke serbixwe, nabe. Ji ber ku ne serbixwe ye.”   ‘Tolê digirin’   Şebnemê destnîşan kir ku maf tên binpêkirin, nêzîkariyeke dijminwarî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sûcdariyên li hember girtiyên nayên tahliyekirin ne zelal in. Bi taybet girtina muxalîfan û rewşa girtinê heye. Girtiyên nexweş nikarin xwe bigihînin mafên tenduristiyê. Binpêkirineke mafan a cidî li girtîgehan tê jiyîn. Bi hinceta ku ‘ji bo civakê bi xeterin’ înfaza girtiyan tê taloqkirin.   ‘ATK ne otorîta dawiye’   Şebnemê, diyar kir ku ji bilî rapora ATK’ê ya nexweşxaneyan jî têr dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bêguman dibe ku cudahî hebin, wê demê jî dikare nexweşxaneya hakem bê diyarkirin. Lê ev yek jî pek nayên.  Dema ji nexweşxaneyan rapor tê ATK wekê ku merciya erêkirinê ye tevdigere. Lê nasnameyeke erêkirinê ya ATK’ê tune. Lê mixabin ev pêkanîn pêk tên. Ev rewş di civakê de dibe sedema fikaran. Tiştên li hember girtiyên nexweş tên kirin di qanûna Cezaya Tirk de li gorî venasîna îşkencê ye. Hemû girtiyên nexweş di hucreyan de  di şertên nebaş de tên girtin. Em ji wezareta dadê re nivîsan dişînin. Ji girtîgehan serlêdan tên kirin û em ji wezareta dadê re radigihînin. Em li welatekî ku her kes ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin de dijîn.”   ‘Tecrîd dibe sedema întîharan’   Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî bi lêv kir ku salên dawî de girêdayê tecrîdê, îşkence, pirsgirêkên tenduristiyê û pêkanînên xerab tên jiyîn û sedemên rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedikin jî tên piştgûhkirin û ev tişt daxuyand: “Girtiyên nexweş ku tên ber mirinê dikevin rojeva rayagiştî.  Lê divê di dema tespîtkirina nexweşiyan de bên rojevê. Dewlet ji ewlehiya canê girtiyan beprirse. Lê li gorî vê sererastkirinekê nake. Şertên tecrîda giran rê li ber întîharan vedikin.”   ‘ATK ji zanistê dûr biryaran dide’   Gulserenê destnîşan kir ku taloqkirina înfazan a ji aliyê ATK’ê ve rê li ber encamên giran vedike û wiha  dirêjî dayê: “Me her tim got venasîna ATK’ê ya di darazê de wek saziyeke zanistê ya fermî, şaşe. Ji ber me behsa xebateke ku mirovên ji dewletê mûçe digirin, dimeşînin kir. Biryarên wan girêdayê desthilatdariyê ne û ev ji zanistê dure. Divê raporên nexweşxaneyan jî esas bên girtin. Dema ATK biryara erênî bigire jî ji emniyetê nêrîn digire. Hewl didin girtiyan ji civakê dur bigirin. Bandora polîtîkayên îmhayê herî baş li girtîgehan tê dîtin. Ji pirsgirêkan re çareserî nayên dîtin. Girt^nayên dermankirin.”   ‘Dermankirina Aysel Tugluk li girtîgehê ne pêkane’   Parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji bo demokrasiyê Refîka Çakillik jî got ew bi Aysel Tuglukê re li zanîngehê hevalbûne û piştî ketiye girtîgehê çûye serdana wê û wiha got: “Aysel piştî dayika xwe xemgîn bû, bandor lê hat kirin. Divê rêveberiya girtîgehê ev ferq bikira. Lê tiştên bandor lê kir nexweşî lê zêde kir. Nexweşiya wê bi lez peş dike. Divê demildest bê dermankirin û tahliye bibe."   ‘Mirina wan tê armanckirin’   Refîkayê di berdewamiyê de da zanîn ku dema nexweşiya wê derketiye holê li Kocaeliye hatiye dermankirin û teşîs hatiye danîn û parêzeran daxwaza taloqkirina înfazê kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ATK’a Stenbolê rapora ‘dikare girtî bimîne da’. Mirina girtiyan tê armanckirin. Ji mirinan wezareta dadê û wezareta karê hundir berpirse. Lê desthilatdarî tu berpirsyariyê qebûl nake. Divê em di vê pêvajoyê de pirşgiriya girtiyan bikin.”