‘Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş ên giran serbest berdin’ 2022-01-22 09:04:03   Sema Çaglak   AMED - Roj bi roj piştevaniya ji bo serbestberdana Aysel Tûglûk û girtiyên din ên nexweş zêdetir dibe. Jinên ku îmze avêtine binê  kampanyaya ji bo serbestberdana Ayselê ya bi dirûşma 'Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin'  ev bang li îqîtdarê kirin, "Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş serbest berdin."     Yek ji girtiyên nexweş ku rewşa wê giran e siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a ji sala 2016’an de li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê girtî ye. Aysel pirsgirêkên giran ên tenduristiyê dijî û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne. Nexweşxaneyan der barê rewşa Ayselê de rapora ‘ nikare li girtîgehê bimîne’ dan lê Saziya Tipa Edlî (ATK) berovajî vê rapor da. Her wiha kampanya ji bo Aysel Tugluk bê berdan a bi navê ‘ji bo Aysel Tugluk 1000 jin’ li ser înternetê hat destpêkirin û ligel Tirkiyeyê, ji Amerîka, Elmanya, Avustralya, Hollanda, Fransa, Swêd, Ingîlistan, Kuba, Îtalyayê jî jin tevlî kampanyayê bûn. Kampanya bi 8 zimanî hat destpêkirin û heta niha ji 6 hezar kesî ji bo vê kampaniyayê îmze dane. Jinên ku ji bo kampanyayê îmze dane banga bêyî hûn dereng bimînin Aysel Tugluk serbest berdin kirin bang kirin.   ‘Girtiyên nexweş ji hemû mafê xwe bêpar hatine hiştin’   Fatma Gultekîn a ku di rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê de cih digire da zanîn ku rewşa girtiyên nexweş bi salane di rojevê de ye û bi vî şiklî hiqûqa Tirkiyê û mafê mirovan her diçe tê binpêkirin. Fatma, wiha axivî: “Gelek pirsgirêkên li dijî vê rewşê hene ku bi hezaran girtî ji ber van sedeman nikarin xwe bigihînin mafên xwe yên bingehî. Gelek girtîyên nexweş nikarin xwe bigihînin mafê tendurîstiyê û gelek girtiyên ku tevî raporê wan a “Nikare di girtîgehê de bimîne” hemne jî li girtîgehan tên hiştin û îşkence li wan tê kirin Em hemû dizanin ku şert û mercên li girtîgehan gelek xirab in û divê pêvajoyê de jî girtî terkî mirinê hatine kirin. Divê hemû civak jî vê rewşê bibîne û hestiyar nêz bibe. Her wiha ji bo rayedaran jî ev derbasdar e.”   ‘Aysel Tugluk û girtiyên din ên nexweş serbest berdin’   Fatma di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dem dema ji bo girtiyên nexweş deng derxistinê ye û berdewam kir: “Di şexsê Aysel Tûglûk de kampanyaya îmzeyê ji bo girtiyên nexweş hatiye destpêkirin, ji bo girtiyên nexweş wexta deng derxistinê ye. Heta ku em dengê xwe bilind nekin ji bo vê rewşê tu gav nayên avêtin. Ev rewşek polîtîk û nêzîkatiyeke îdeolojîk e. Rewşa tendirustiyê ya Aysel Tûglûk jî di hemû rojeva rêxistinên sîvîl û  partiyan de ye. Em bang dikin ku di şexsê Aysel Tûglûk de hemû girtiyên nexweş  serbest werin berdan.”   'Divê em bibin dengê girtiyan'   Aktîvîsta ekolojiyê Sultan Gulsum jî diyar kir ku divê civak bibe dengê girtiyên nexweş û têkoşînê mezin bike.  Sultan, wiha axivî: “Li her çend ku civak qada siyasetê wekî ya mêran difikire jî gelek jin bi cesaret li dijî vê kevneşopiyê derdikevin û bi mêran re di nava rêwîtiyeke siyasî de cih digirin. Şîdeta ku newekheviya di nava civakê de bi pêşengiya desthilatdariyê nîşan dide jinan jî di nava civaka baviksalar de bêqîmet dike. Bi vî awayî hewil tê dayîn ku bi zext û zordestiyê bi cûrbecûr rêbazan têkoşîna jinên sîyasetmedar bê paşdexistin. Li ser navê girtiyên siyasî yên ku ji ber nêrînên xwe yên siyasî yên cuda ên wekî parastina mafên mirovan di girtîgehê de ne, divê  em li derve dengê xwe bilind bikin û bibin dengê girtiyan. ”   ‘Em ê mafê Aysel û hemû girtiyên siyasî biparêzin'    Sultan destnîşan kir ku neberdana Aysel Tûglûk nayê qebûl kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Desthilatdariya mêr-dewletê ku zextê li ser civaka ji aliyê krîzên civakî û aborî ve hatiye dorpêçkirin didomîne, hewl dide desthilatdariya xwe herî zêde li ser jinê nîşan bide. Zext û zordariya li ser girtiyên jin ên siyasî ku du qat zêde bûye, pêwistiya me bi têkoşînê zêdetir dike.  Yek ji wan jinên ku di dîroka siyasî ya kurd de têkoşiyane  jî Aysel Tûglûk e. Neberdana Aysel Tûglûk a ku 10 meh berê teşîha ‘demans’ ku tê wateya têkçûna bîra mirovan lê hat danîn nayê qebûlkirin. Em dibînin ku binpêkirinên mafên mirovan ên wekî li hember Garîbe Gezer û gelek girtiyên ku em navê wan jî nizanin tê kirin çawa tên pêşxistin û ev  rewşa hiqûqê jî li ber çavna radikxe. Ez mafê jiyanê yê Aysel Tûglûk û hemû girtiyên siyasî diparêzim. Ez berpirsyariya xwe dibînim ku vê parastinê bi bangawaziyekê ji bo hemû xwişkên xwe yên bi salan têkoşîna hebûnê didin re ragihînim.”   ‘Netehliyekirina Aysel Tûglûk rêbazeke îşkenceyê ye’   Nivîskar Meral Şîmşek jî axivî û destnîşan kir ku li girtîgehan li dijî girtiyan polîtîkayek taybet tê meşandin û got: “Rewşa Aysel Tûglûk taybetiya wê bi xwe heye lê bi taybet di demên dawîn de ji bo girtiyên nexweş jî polîtîkayek cuda tê meşandin. Ayselê pirsgirêka bîrê dijî. Li her devera cîhanê girtiyên ku ji aliye bîrê ve pirsgirêkên wan hene tên tahliyekirin û tên tedawîkirin. Heke bi tedawiyê baş bibin dîsa tên girtin. Lê belê di şert û mercên Tirkiyê de mixabin ev rewş ne pêkan e. Hemû mafên mirovî yên Ayselê hatine binpêkirin. Wekî tê zanîn kesên ku bîra wan qels dibe pêdiviyên xwe yên rojane jî nikarin bi cîh bînin. Ji ber ku ev nexweşî çiqas pêş de diçe kesên pê di warê fîzîkî de jî pirsgirêkan dijîn. Herwiha kesên bi vê nexweşiyê di warê derûnî de jî gelek bi bandor dibin. Ji ber van sedeman netehliyekirina Aysel Tûglûk rêbazeke din a îşkenceyê ye.”   ‘Em hemû Aysel in’   Meralê bal kişand ser kampanyaya îmzeyê jî û wiha got: “ Ji bo Aysel Tûglûk rapora “di girtîgehê de nikare bimîne” heye lê belê ji ber ku hiqûq û edlata Tirkiyê di bin nigan de ye  ew rapor jî li ber çavan nayê girtin. Ji ber rewşên bi vî rengî me jinan kampanyayek bi sernavê 'Em hemû Aysel in” da destpêkirin. Ev kampanya di şexsê Aysel Tûglûk de bandor li hemû civakê kir. Wekî ku hûn dizanin di nava civakê de li jinan îşkence tê kirin. Di kesayeta jinê de li hemberî Ayselê rêbazeke îşkenceyê tê bikaranîn. Em jî li hemberî vê bêdeng namînin û dengê xwe bilind dikin.  Ev kampanya ji hemû deverên cîhanê piştgiriyê dibîne.  Ji ber ku cîhan vê rewşê dibîne û dişopîne. Ez li ser navê jinan bang dikim ku em hemû bi hezaran Aysel in. Aysel temsîliyeta rewşa hiqûqê ya li Tirkiyê û rêbaza tundiya li dijî jinê ye. Em dixwazin hemû jin piştgiriyê bidin û dengen xwe bilindtir bikin.”