ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-22 09:00:12   *Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Nûran Sezgin, bal kişand ser polîtîkayên Bexda, Hewlêr û Enqerê ya li hemberî Mexmûrê û got: "Wargeha ku di bin sîwaneya NY'yê de ye, li hemberî ambargo, hewldana dorpêçê ya bi têlan û êrişên Arteşa Tirk bêdeng e. Ev bêdengî nayê qebûlkirin." BI DÎMEN   *Roj bi roj piştevaniya ji bo serbestberdana Aysel Tûglûk û girtiyên din ên nexweş zêdetir dibe. Jinên ku îmze avêtine binê  kampanyaya ji bo serbestberdana Ayselê ya bi dirûşma 'Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin'  ev bang li îqîtdarê kirin, "Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş serbest berdin." DÎMEN HEYE     * Parêzvanên maf diyar kirin ku bi raporên ATK’ê girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin û ji girtîgehên ku polîtîkayên tecrîdê pêk tê divê bikevin tevgerê. BI DÎMEN    *Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku desthilatdariyeke êrîşên xwe dijwar kiriye re rû bi rû ne û got ev êrîş nikarin bi wan şûnde gavê bidin avêtin. BI DÎMEN    * Mamosteya teqawît Umît Fatma Firat da zanîn ku mafê perwerda zimane dayikê mafê mirovane û divê bigihêje statuya fermî û got: “Zaravayê kirmancki bi xetereya tunebûnê re rû bir û ye. Li dijî ve divê têkoşîneke rêxistinkirî bê dayîn.” BI DÎMEN   *Çiyayê Lêlonê yek ji kevintirîn cihên arkeolojîk ê di cîhanê de ye. Dîroka wê vedigere serdema Romî. Hestî û bermahiyên mirovan li vê derê hatine dîtin. Dîroka dêrên gundê Soxinekê yên ku Çiyayê Lêlonê wan di nav xwe de dihewîne, vedigere serdema Roma û Bîzansiyan. DÎMEN HEYE