Platforma Jinan a Îzmîrê azadiya Aysel Tugluk xwestin 2022-01-21 16:28:29     ÎZMÎR - Ji bo Aysel Tugluk, endamên Platforma Jinan a Îzmîrê kartên piştevaniyê şandin û xwestin demildest were berdan.   Endamên Platforma Jinan a Îzmîrê ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a li Girtîgeha Kandirayê girtî û nexweş e li ber PTT’a Konakê daxuyanî dan û kartên piştevaniyê şandin. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo Aysel Tugluk azadî. Bila girtiyên nexweş hemû werin berdan” vekirin û dirûşm berz kirin.    Endama Platformê Evrîm Çakir li ser navê jinan daxuyanî da û destnîşan kir ku divê kes ji bo Aysel Tugluk bêdeng nemîne û bi hezaran jin û tevahiya tevgerên jinan ji bo Ayselê rabin ser piya û deng bidin berxwedana wê. Çakir got ew di şexsê Aysel Tugluk de ji bo girtiyên nexweş hemû azadiyê dixwazin.    Jinan piştî daxuyaniyê kartên piştevaniyê ji Aysel Tugluk re şandin Girtîgeha Kandirayê.