'Nobeta Edaletê' ya Wanê di roja 42'yan de ye 2022-01-21 16:14:52     WAN - Nobeta Edaletê ku ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin ji aliyê malbatan ve hat destpêkirin di roja 42'emîn de berdewam dike.   Nobeta Edaletê ku ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin li Baroya Wanê ji aliyê malbatan ve hat destpêkirin di roja 42'emîn de berdewam dike. Îro rêxistina HDP'ê ya Artemêtê serdana çalakiyê kir. Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Artemêtê Şemsetîn Tamur di serdanê de axivî û got ku bila demildest binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin û anî ziman ku ew piştgiriyê didin çalakiya malbatan.    Banga piştevaniyê   Piştre yek ji ximên girtiyan Aslihan Tîmur axivî û diyar kir ku ew ê li hemberî hemû zext û zoariyan çalakiya xwe bidomîmin. Aslihan anî ziman ku ew destûrê nadin girtî li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin û banga mezinkirina nobeta edaletê li malbatên girtiyan kir.