Platforma Jinan a Çîgliyê: Ji bo soza me daye Denîzê em ê li edliyê bin! 2022-01-21 13:37:03   ÎZMÎR - Platforma Jinan a a Çîgliyê di civîvna ji çapemeniyê re li dar xist de. Ji bo doza ku Onur Gencer ji ber qetilkirina Denîz Poyraz jê tê darizandin got, " Ji bo ku hemû kujer bên aşkerakirin, ne edaleta mêr edaleta rastyeqîn bê bicihanîn û ji bo ku em sozê me daye Denizê bînin bichanîn em ê li Edliyeya Îzmîrê bin."   Platforma Jinan a Çigli, ji bo danişîna duyemîn a doza kujerê Denîz Poyraz a di êrişa avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hat qetilkirin, Onûr Gencer jê tê darizandin ku dê di 24’ê Çileyê de were dîtin, banga tevlîbûnê kir. Di civîna çapemeniyê ya li Şaxa Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) a Îzmîrê hat li darxistin de pankarta “Ji bo Denîz Poyraz edalet. Soza me ya ji bo Denîzê wê bibe aştî” hat daliqandin. Ji bilî endamên platformê, endamên DAD’ê jî tevlî civînê bûn. Di civînê de li ser navê platformê Emîne Akbaba axivî. Emîne, bi lêv kir ku dixwazin ser komkujiyê bigirin û wiha got: “Danişîna ewil a ku kujerê Denîzê Onur Gencer jê tê darizandin di 29’ê Çileyê de hat dîtin. Helwesta rehet a Onûr Gencer a di danişînê de, parastina kujer a ji aliyê cendermeyan ve, astengkirina parêzer û temaşevanan a ketina eywanê û êrişa ser dayika Fehîme û xwişka wê dide nişandan ku Onur Gencer ji kê hêzê digire.”   'Em ê li Edliyeyê bin'   Emîne Akbaba, dazanîn ku wê li dijî tundiya dewleta zilam têkoşîna xwe bidomînin û wiha axivî: “Em bi daxwaza ji bo Denîzê edalet di danişînê de bin. Ji ber ku em weke jin dixwazin ku faîl weke kesekî xuya bike jî AKP’ya ku me jinan her roj dike hedef, van kesan bi bêcezatiyê xelat dike. Weke Dayika Fehîme got ‘Denîzek çû em ê hezar Denîz werin’. Ji bo hemû faîl derkevin holê di 24’ê Çileyê de ji bo li dijî edaleta zilam edaleta rast, ji bo em soza xwe ya dabû Denîzê dubare bikin, em ê li Edliyeya Îzmîrê bin.”