'Nobeda Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 319'an de ye 2022-01-21 13:26:48     RIHA -Nobeda Edaletê ya Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar diroja 319'an de berdewam dike. Malbatê gazî parlamneteran kir û got: " Bila derkevin û aliyê xwe diyar bikin. Yên ku li Meclîsê aliyê xwe diyar neke wê di çavê gel de berteralî bibin.”    "Nobeda Edaletê" ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 319’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşîniya xwe îro nehat ber edliyê û li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe domand. Lawê wê Ferît Şenyaşar hat ber edliyê û nobed berdewam kir.    Ferît Şenyaşar diyar kir ku nobeda wan a edaletê di bin zilmê de berdewam dike û got: “Nobed gihîştiye nêzî salekê. Sê roj in li Rihayê sir û seqemek dijwar heye. Li gel vê yekê jî nobeda me bi biryardarî didome. Şert û merc çi dibin bila bibin me tu carî dest ji nobeda xwe berneda. Ez bang li hemû parlamenterên Rihayê û tevahiya parlamenteran dikim. Li ber Nexweşxaneya Pirsûsê qetlîam hat kirin û sûcê mirovahiyê pêk anîn. Piştî qetlîamê jî li ser malbata me zilm dewam dike. Nêzî 4 salan e birayê min di hucreyek yek kesî de tê ragirtin. Em nikarin li malê rûnên. Em vê qebûl nakin. Parlamenter hemû qetlîamê baş dizanin. Bila derkevin û aliyên xwe diyar bikin. Yên ku li Meclîsê aliyên xwe diyar neke wê di çavê gel de berteralî bibin. Heta ku edalet cihê xwe bibîne wê nobeda me bidome.”    ‘Wê niebin parlamenterên gel’    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal jî vê peyam parve kir: “Yên ku ji zilma li ser gel re nabêjin bes e, nikarin bibin parlamenterên gel. Yên ku ji zaliman re nebêje zalim nikare bibe parlamenterê gel. Yên ku li hember vê qetlîamê bêalî bimînin ew ê beralî bibin.”