ROJEVA 21'Ê ÇILEYÊ YA 2022'YAN 2022-01-21 09:00:00   *Jinên Êlihê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rû didin bertekên xwe anîn ziman û banga mezinkirina têkoşîna nobeta edaletê kirin. DÎMEN HEYE   *“Kî Dikare biryara nirxa çemekê bide? Kî dikare cesareta ku bihayê dar û çiyan diyar bike? Lêçûna şopandina kulîlkên biharê vedikin çiye? Bihayê piyasaya çûkên sibehê dikin wiqe wiq çiye? Kî dikare nirxa rast ya tîrêjên rojê fêm dike? Nirxên jiyana mirovan çawa dikare bê diyarkirin? Û ya herî girîng, çawa dibe ku em tevlî biryarên mirin-mayîn ya ku wek nifûsa global bandor li qedera me dike, nakin?” JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Aktîvista TJA’yê Zelal Bîlgîn, ji girtîgehê nameyek şand û got: “Her roj herî kêm sê jin tên qetilkirin, bi sedan jin  şîdetê dibînin. Li dijî van êrîşan, aktîvistî jî qedexe ye…Mayina li jiyanê jî dibe sûc..”   *Meclîsa HDK’ê ya Îzmîrê bi dirûşma ‘Xizanî ne qedera gelên Tirkiyeyê ye’ kampanya da destpêkirin û wê bi kampanyayê jî sedemên esas ên xizaniyê dê vebêje. DÎMEN HEYE   *Zindan Yenî yê HGP’yî di meha îlonê de di operasyona ji aliyê TSK’ê ve hat destpêkirin jiyana xwe ji dest da. Dayika wî Menîce Yenî da zanîn ku ji bo cenaze bigire çûye dozgeriyê û katîb jê re gotiye ‘dibe ku cenaze bi kargoyê bê şandin’.  DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn a qeyûm tayînê şûna wê hatibû kirin hem li derve hem li girtîgehê bi girtiya bi nexweşiya giran Sevîl Rojbîn Çetîn re mabû. Dîba Keskîn da zanîn ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û divê ji bo hemû girtiyan têkoşînek cidî bê meşandin.    *Li Stenbolê bi dirûşma "Em li girtîgehan mirinan naxwazin, jiyanê diparêzin" Nobeta Edeletê hat destpêkirin. Dayika girtî Emrah Ubîç, Dilşa Ubîç wiha bang li malbatan kir: “Em ji bo zarokên xwe dijîn. Divê em ji bo zarokên xwe fedekariyê bikin. Divê her kes tevlî nobetên edeletê bibe.” BI DÎMEN