Endamên EŞÎK'ê çûn serdana Koma Jinê ya Parlamentoyê ya HDP'ê 2022-01-20 15:59:21     ENQERE - Endamên EŞÎK'ê çûn serdana Koma Jinê ya Parlamentoyê ya HDP'ê û peyama "Em ê bi hev re têbikoşin" dan.    Platforma Jinê ya ji bo Wekheviyê (EŞÎK) çû serdana Koma Jinê ya Parlamentoyê ya HDP'ê. Heyeta EŞÎK'ê bi Berdevka Meclîsa Jinê Ayşe Acar Başaran, parlamenter Oya Ersoy, Filiz Kerestecioglu û Zuleyha Gulum re hevdîtin kir.    Heyetê têkildarî 6'emîn pakêta darazê ya xespa mafê nefaqayê di nava xwe de vedihewîne fikrên xwe bi Koma Parlamentoya HDP'ê re parve kir û got divê bi taybet bê ravekirin ku beşa "Dê nafakayê dewlet bide" daf e.   Berdevka Meclîsa Jinê Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku 6'emîn pakêta darazê parçeyekî êrişên îktidarê yên dixwaze bike ye û got ew ê bi hev re li dijî van polîtîkayana li berxwe bidin.