RJAK: Xebata jinê wê ji bo azadbûna Efrînê bibe mertalek bi hêz 2022-01-20 15:30:00     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera êrişên li hemberî Efrînê de RJAK'ê daxuyaniyek da û got: "Her çiqas roja 20’ê çile ji bo Efrîniyan û jinên kurd bi êşe, lê di qonaxa niha de ev êş vegeriyaye hêz û îradeya berxwedaniyê."   Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi boneya 4'emîn salvegera destpêkirina êrişa li hemberî Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji bo Gelê Kurd çarenûsa xwe bi guhere, li Rojavayê Kurdistanê dibin pêşengtiya jinê de pêngava ber bi projeya demokratîkbûnê ve avêt.    Sîstema rêveberiya xweser û pêşkeftina jinê di hemû aliyên civakî de tirs û gumanê xist ser wan dewlet netewên ku şer ji bo hebûna xwe wek xwarinê dibînin.    Ji bona wê dewleta dijî jinê û nijadperest a Tirk êrişa dagirkeriyê dibin navên cûda yên wek DAIŞ, El Nusra û El Qaîde bir ser Rojavayê Kurdistanê. Piştî ku ev êriş bi ser neketin, vê carê dewleta Tirk bi xwe êrişê ser Efrînê kir û dest bi dizî, talanî û destdirêjiya li ser jinê kir.   Her çiqas roja 20’ê çile ji bo Efrîniyan û jinên kurd bi êşe, lê di qonaxa niha de ev êş vegeriyaye hêz û îradeya berxwedaniyê. Dibin pêşengtiya jinê de gav bi şunde navêjin. Ev yek wê di xebata jinê de bibe mertalek bi hêz ji bo azadbûna Efrînê.”